06:11 20 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - milîtan- tehliye

    Rûsya: Milîtanên Ceyş ûl Îslamê amade ne ku ji Xûtaya Rojhilat derkevin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku milîtanên Ceyş ûl Îslamê (Artêşa Îslamê) ku beriya niha req dikirin ji Xutaya Rojhilat derkevin, amadene ku çekên xwe deynin û ji herêmê derkevin.

    Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê Stanîslov Gacîmagomedov diyar kir ku serokên Ceyş ûl Îslamê bi leşkerên navenda lihevanînê aliyan a li Sûriyê ya Rûsyayê re din av têkiliyan de ne.

    Gacîmagomedov got: "Milîtanên li bajarê Dûmayê amadene ku bi çekên xwe ve ji wir kerdevin. Ev hêvî dikim ku em di demeke kin de ji wir derxin."

    Rayedarê rûsî, "Ji bo derketina milîtanên Ceyş ûl Îslamê tenê hejmara otobûsan ji bo derketina milîtanan û hin meseleyên teknîkî divê werin çareserkirin.

    Hefteya borî rêxistinên Ahrar ûş Şam û Feylek el Rahman di çerçoveya peymanê de ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin û li Idlibê hatibûn bicihkirin.

    Hatibû îdiakirin ku milîtanên Feylek el Rahman dê li Efrînê werin bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji Xûtaya Rojhilat di herdu rojên dawî de 4 hezar 900 çekdarên Ahrar-ûş Şam derketin’
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat nêzikî 5 hezar milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
    'Artêşa Sûriyeyê du herêmên din ên Xûtaya Rojhilatî Kontrol kirin'
    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    Rûsya: Balefirên leşkerî yên Rûsyayê Xûtaya Rojhilat bombebaran nekirin
    Etîketan:
    milîtan, Serfermandariya Rûsyayê, Stanîslov Gacîmagomedov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de