06:18 21 Gulan 2018
    Efrîn - TSK

    'Guherandina demografiya Efrînê nayê qebûlkirin'

    © AFP 2018 / Bakr ALKASEM
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 01

    Endamê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Cîgirê Serokê Opozîsyona (Îtîlaf) Sûriyeyê Ebdulbasit Hemo ji bo îdîaya ku wê milîtanên Feylak ul-Rehmanê li Efrînê werin bicihkirin ji ajansa Spûtnîkê re axivî.

    Endamê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Cîgirê Serokê Opozîsyona (Îtîlaf) Sûriyeyê Ebdulbasit Hemo ji bo îdîaya Sazîya Mafê Mirov a Sûriyeyê li Londonê (SOHR) ku di raporta xwe dibêje ‘wê milîtanên Feylak ul-Rehmanê li Efrînê werin bicihkirin' ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    ‘EV NE MIMKIN E PÊK WERE'

    Cîgirê Serokê Opozîsyona Sûriyeyê Ebdulbasit Hemo di axaftina xwe de got: "Guherandina demografiya bajarê Efrînê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Opozîsyonê di nava xwe de ev mijar nirxand û di encama nirxandinê de biryara ku bi ti awayî guherandina demokrafîk a herêmê nayê qebûlkirin derket. Çi li Efrîn, çi li Xûtaya Rojhilat an jî li cihekî em guherandina coxrafyayê qebûl nakin, divê her kes li herêma xwe jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê guharandinê dê danûstandin werin kirin û em wek Opozîsyona Sûriyeyê li dijî vê polîtîkayê ne. Ev ne mimkin e pêk were."

    ‘DIVÊ LI EFRÎNÊ HILBIJARTIN ÇÊBIBIN Û BI ENCÛMA SIVÎL WERE BIRÊVEBIRIN'

    Ebdulbasit Hemo ku di heman demê de endamê Polîtbûroya PDK-Syê ye di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo xelkê sivîl ê Efrînê vegerin cih û warê xwe, jiyana xwe ya berê bidomînin û hilbijartinên herêmî çêbibin û bajêr ji aliyê encûma sivîl ve were birêvebirin civînên me yên nava Opozîsyonê dewam dikin. Biryara Opozîsyonê ev e ku xelkê sivîl vegerin xaka xwe û pirsgirêkên heyî rabin."

    ‘OPOZÎSYON BI TIRKIYEYÊ RE DANÛSTANDINÊN XWE DIMEŞÎNE'

    Hemo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Danûstandinên Opozîsyonê bi Enqereyê re piştî ku artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derbasî Efrînê bûn jî didomin. Opozîsyonê ji Tirkiyeyê daxwaza rawestandina nexweşiya dizî û talanê kir û hat daxwazkirin ku kesên tevlî van çalekiyan bûne hisab ji wan were pirsîn. Bi aramî û aştî vegera xelkê sivîl ê Efrînê yek ji plan û projeya Opozîsyonê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan Opozîsyon bi gelek dewletan re danûstandina dike û rewşa heyî bi kes û dezgehên eleqedar re parve dike. Wek min di serî de jî got em guherandina demografiya ti herêmekê qebûl nakin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Îranê ji bo 2 hezar û 100 leşkerên li Sûriye-Iraqê hatine kuştin dar çandin
    '5 welat bi dizî civiyan: Sûriye perçe dibe û Tirkiye di xeterê de ye'
    Sûriye: Çekên me yên kîmyewî tune ne
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    Senatorê rûsî: Artêşa Sûriyê bikeve Efrînê dê xetera şerê Sûriye-Tirkiyê zêde bibe
    Etîketan:
    Opozîsyona Sûriyeyê, ENKS, Ebdulbasit Hemo, Efrîn, SÛriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de