22:03 19 Nîsan 2018
    ypş-pkk-şingal

    PKK: Ti operasyonan dest pê nekiriye lê eger dest pê bike, em ê bi tundî bersivê bidin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Endamê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) Kawa Şêxmûs raportên dibêjin ku Tirkiyeyê operasyoneke leşkerî li Şingalê daye destpêkirin red kirin.

    Roja yekşemê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ragihand ku operasyone li dijî PKKê li herêma Şingalê daye destpêkirin ku ev mijar jî bû sedema nîqaşan bê gelo bi rastî jî dest pê kiriye yan na?

    Şêxmûs duh derbarê mijarê de ji Sputnikê re axift û diyar kir ku "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî her dem daxuyaniyên şaş dide" û wiha dewam kir: "Di vê kêlîkê de ti tevgereke hêzên Tirkiyeyê li bajarê Şingalê ya parêzgeha Mûsilê tine ye. Eger ev çêbibe, em dê bi xurtî bersivê bidin da ku gelê xwe yê êzîdî biparêzin."

    Berdevkê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Serhed Varto ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser vekişîna PKKê ji Şingalê axivîbû û gotibû: "Biryara vekişandinê hat wergirtin, ji ber ku ew armancên di pêşiya çûyîna wê hêzê de hebûn, tev cî bi cî bûn. Niha devera Şingalê aram e û gelê êzidî hêza xwe heye û dikare parêzvaniyê xwe bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Rêya Serkeftinê
    Sûriye, em dixwazin bibin dewleteke ku çavkaniyên enerjiyê ji Asyayê veguhêzin Ewropayê
    Sûriye: Helwesta DYAyê ya li hemberî protestoyên Îranê rewşa herêmê bêîstîkrar dike
    Sûriye: Me wesayîtên aydî Tirkiyeyê bi dest xist
    Sûriye: Hebûna we ya leşkerî ne meşrû ye
    Etîketan:
    PKK, Serhed Varto, Kawa Şêxmûs, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de