17:23 24 Nîsan 2018
    ASA

    Grûbên milîs li Efrînê bi hev ketin: Gelek kuştî hene

    © AFP 2018 / Bulent Kilic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Du grûbên milîs ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê bi hev ketin, di encama pevçûnan de 7 milîs hatin kuştin.

    Du grûbên milîs ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê bi hev ketin, di encama pevçûnan de 7 milîs hatin kuştin û zêdetirî 130 milîs jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin.

    Li gor nûçeya malpera Rûdawê ku dispêre Saziya Mafê Însanî ya Sûriyeyê li Londonê, pevçûn di navbera grûba Tuxaya El Hemze ku demekê Amerîkayê piştgiriya wan dikir û Ehrar El Şerqiye de derketiye.

    Saziya Mafê Însanî ya Sûriyeyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) ji bo girtina endamên grûba Tuxaya El Hemze dîrektîf daye Ehrar El Şerqiyeyê. Herwiha li ser medya civakî jî wêneyên endamên Tuxaya El Hemze ku hatine girtin têne belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Milîs ji bo şerê Efrînê ji Idlîbê derbasî Tirkiyeyê dibin
    Şerê milîs û leşkeran gur dibe: 36 kuştî û 180 birîndar
    Li Alîngarê di êrişa hewayî du jê fermandar 14 milîs hatin kuştin
    Li Hudeydeyê şerê dijwar: 44 leşker û milîs hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn
    ‘Di êrişa hewayî de 12 milîs û pasdarên îranî hatine kuştin'
    Etîketan:
    Tuxaya El Hemze, Ehrar El Şerqiye, Artêşa Tirkiyeyê, ASA, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de