02:42 28 Gulan 2018
Xwepêşandanên Efrînê li Herêma Kurdistanê

Çiçek: Operasyon Efrînê di nava kurdan de mobîlîsazyoneke nû pêk anî

© Sputnik / Osman Başqalî
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 40

Hîndekar û nivîskar Dr. Cuma Çiçek derbarê operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê got, "Ji Îtalyayê heta bi Kanadayê, li seranserê dinyayê di nava kurdan de mobîlîzasyoneke nû pêkanî. Ev mobîlîzasyon enerjiyekê dide hemû hêzên kurdî."

Dr. Çiçek ji Irfan Aktanê Gazete Duvarê re derbarê Efrînê de ev nirxandin kir.

Bi raya Çiçek îsal kurd zêdetir tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn û wiha pê de çû, "ev yek dide nîşandan ku di tevgera kurdî de berdewamiyek heye. Tevî hemû rûdanan tevgera kurdî hê jî diakre girseyan mobîlîze bike. Hetta mirov dikare bibêje ku raya giştî ya kurd beyî tevgerê jî berdewamiyek xwe heye. Tevî xurtbûn û lawabûnana opozîsyona kurd meziyetê nîşan dide ku berdewam be. Çimkî kolana kurdî veguheriye."

Li ser pirsa Aktan ya ‘qesta we ji veguherînê çiye?' Çiçek wiha axivi: Ger bang li gel neyê kirin jî dê gel derkevê wê qadê. Ji bilî pozîsyona aktorên siyasî veguherînek heye û ev veguherîn mayînde ye.

‘OPERASYINA EFRÎNÊ JI ÎTALYAYÊ HETA BI KANADAYÊ RÊ LI BER MOBÎLÎZASYONA TEVAHIYA KURDÊN CÎNAHÊ VEKIR'

Çiçek amajê pê dike ku berê jî kurd li hemberî hindek bûyeran derdiketine devre û wiha pê de çû, "Berê jî kurd li hemberî hindek bûyeran derdiketine devre lê bi Efrînê re kurd heta bi Kanadayê kurdên li seranserê cîhanê mobîlîze bûn. Ev mobîlîzasyon enerjiyekê die hemû tevgerên kurdî. Lewra di navbera tevgera kurdî û girseya wê de di warê bawerî û mobîlîzasyonê de lawaziyekê destpê kiribû.Lê bi operasyona li dijî Efrînê ev lawazî li paş ma û ji Îtalyayê heta bi Kanadayê rê li ber mobîlîzasyona tevahiya kurdên cînahê vekir.

Çiçek, "Ji bilî çend îstîsnayan Gelê Herêma Kurdistanê ji bo bûyereke li perçeyekî din ên kurdan dernedikete kolanan lê ji bo Efrînê ew jî derketine kolanê. Li Silêmaniyê 3 roja şîn hate ragihandin. Di demên raboriyê de ev yek tunebûn."

 

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin
Macronî ji Erdoganî re got ku ji rewşa Efrînê nîgeran e
Li Swêdê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan tê lidarxistin
Kurd û alîgirên wan ji bo Efrînê xwenîşandan li Parîsê li dar xist
ASA: Tevahiya Efrînê hîn nehatiye kontrolkirin
Etîketan:
Yekîtî, Mobîlîzasyon, Operasyona Efrînê, Cuma Çiçek, Silêmaniye, Efrîn, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de