04:54 21 Nîsan 2018
    HSD - YPG - YPJ

    YPG: Di 3 rojên dawiyê de li Efrînê zêdetirî 60 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    YPG eşkere kir ku şervanên wan, di 3 rojên dawiyê de, li Efrînê 9 çalakî lidarxistine û di encamdana wan çalakiyan de zêdetirî 60 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve kuştine.

    Efrîn protesto - YPG
    © AP Photo / YPG Press Office
    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Hesekê ji ajansa nêzîkî YPGê re ragihand, ku "Şervanan li navçeya pîşesazî li Efrînê, êrîşî çekdarên Feyleqa Şamê ya ser bi artêşa Tirkiyeyê ve kirin û di encamê de, 19 çekdar hatin kuştin û 4 otomobîlên leşkerî hatin têkşikandin".

    Herwiha Hesekê diyar kir, ku dİ 3 rojên dawiyê, şervanan 9 çalakî li dijî çekdarên beşdar di operasyona artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê de encam dan û 60 çekdar ji wan li Efrînê kuştin û bi dehan jî birîndar kirin.

    Artêşa Tirkiyeyê di 2O Rêbendanê de tevî Arteşa Sûriyeya Azad (ASA) yê operasyonek dabû destpêkirin û piştî du mehan ragihandibû ku Efrînê kontrol kiriye.

    Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê ragihandibû ku tevahiya gundên Efrînê hatine kontrolkirin, çavkaniyeke ji 'Artêşa Sûriyeya Azad' (ASA) diyar kiribû ku Artêşa Tirkiyeyê hîn tevahiya Efrînê kontrol nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    YPG: Di bombebarana duhî ya artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê 14 sivîl hatin kuştin
    YPG: Tirkiye hewl dide têkeve Efrînê û 18 kes kuştine
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê 1 kîlometro dûrê Efrînê ye
    CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya
    Etîketan:
    Kontrolkirina Efrînê, Operasyona Efrînê, ASA, TSK, YPG, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de