09:58 20 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - milîtan- tehliye

    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat nêzikî 5 hezar milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku li Sûriyeyê ji nahiyeya Herestayê ya Xûtaya Rojhilat nêzikî 5 hezar milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin û diyar kir ku li herêmê noqteyeke din ya derketinê hat vekirin.

    Li navçeya Xûtay Rojhilat ya bajarê Şamê yê Sûriyeyê piştî bihêzbûna êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyeyê desthilatiya cîhadîstan ya 6 salan şikest û ligel vê yekê tehliyeyên ji nahiyeya Herestayê berdewam dikin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 4 hezar û 979 milîtan û malbatên wan ji HerestayÊ ji bo Idlibê hatine tehliyekirin.

    Ewlehiya konvoya milîtanan û malbatên wan di bin kontrola rayedarên Navenda Şopandinê ya Rûsyayê ya ji bo agirbesta li Sûriyeyê de ji aliyê polîsên Sûriyeyê û nûnerên Heyva Sor ya Sûriyeyê hat pêkanîn.

    Wezaretê li ser vê tehliyekirinên derbirî ku bi vî awayî noqteyeke din ya derketinê hat vekirin û sivîl hêj jî ji Xûtaya Rojhilat derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    'Artêşa Sûriyeyê du herêmên din ên Xûtaya Rojhilatî Kontrol kirin'
    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    Rûsya: Balefirên leşkerî yên Rûsyayê Xûtaya Rojhilat bombebaran nekirin
    Rêxistina Ahrar-uş Şam ji taxa Haresta ya Xûtaya Rojhilat hat derxistin
    Rûsya: Li xûtaya Rojhilat korîdora sêyemîn vebû
    Etîketan:
    tehliyekirin, milîtan, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Xûtaya Rojhilat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de