17:11 24 Nîsan 2018
    Sivîlên ku ji Xûtaya Rojhilatê derdikevin

    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike

    © AFP 2018 / LOUAI BESHARA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêniyên Xûtaya Rojhilat ref bi ref ji herêmê dertên. Leşkerên rûsî bi hevkarên xwe yên sûriyeyî dema derketinê ji bo ewlehiya koçberan tevdîrên ewlehiyê distînin. Bo koçberên ku ji Xûtayê derdikevin mal, zexîre, alîkariya tibbî û ji bo jiyana rojane çi pêwist be tê dabînkirin.

    Spûtnîk bi hindek kesên ku ji Xûtaya Rojhilat derketine re axivî.

    Um Xalid a ku tevî du zarokên xwe ji Xûtaya Rojhilat ji korîdora mirovî derketiye ji Spûtnîkê re axivî. Um Xalid wiha axivî: "Li Xûtayê ji ber ku hevjînê min red kir ku di sefê milîtanan de şer bike û niyeta xwe eşkere kir ku dixwaze ji Xûtayê derkeve ew kuştin."

    Um Xalid diyar dike ku ji ber ku li Xûtayê kêmasiya xwarin û dermanan heye milîtan dest datînin ser konvoyên mirovî û tiştên ku bidest dixin stok dikin.

    ‘KESÊN KU DIXWAZIN JI XÛTAYA ROJHILAT DERKEVIN MILÎTAN GEFA KUŞTINÊ LI WAN DIXWIN'

    Yarbayekî sûriyeyî ji Spûtnikê re axivî, "Leşkerên rûsî ji ber derketina koçberan roleke girîng dilîzin. Ref bi ref derketina mirovan ji Xûtayê yek ji serkeftinên Artêşa Sûriyeyê ye."

    LEŞKERÊ RÛSÎ: BO MIROVAN ALÎKARIYÊN ZEXRÎREYÎ Û TIBBÎ TÊ KIRIN

    Leşkerê rûsî yê k uhalê hazir li Xûtaya Rojhilat kar dike Vitaliy bi rêya Spûtnîkê ragihand ku ew ji ber alîkariyên mirovî kêfxweş e,"Bo mirovan alîkariya zexîreyî û tibbî tê kirin lewra ew demek dirêj di rewşeke bi xeter de jiyan."

    Leşkerên rûsî amajê pê dikin ku hevkariya artêşa rûsî û sûriyeyî di navbera herdu welatan de nimûneyeke herî baş a biratî û dostaniyê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li NYyê pêşniyara agirbesteke bo 30 rojan ji bo Xûtayê lkir
    ‘Dema ku tevî malbata xwe me ji Xûtayê baz da milîtanan gule reşandine ser me'
    Zaxarova: Çekdarên li Xûtayê dê werin jinavbirin û yê dixwaze teslîm bibe dikare derkeve
    Ryabkov: Em hewil didin bi DYAyê bidin famkirin ku nirxandinên wê yên li ser Xûtayê şaş in
    Lavrov: Li Xûtayê korîdora mirovî hat vekirin, dema rakirina astengiyên li ser sivîlan e
    Etîketan:
    Rewşa mirovî, Rewşa Xûtaya Rojhilat, alîkariyên mirovî, Vitaliy, Um xalid, Sûriye, Şam, Xûtaya Rojhilat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de