17:41 20 Nîsan 2018
    Leşkerên AmerÎkayê

    Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike

    © REUTERS / Marius Bosch
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Amerîka baregeha leşkerî li herêma petrolê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk te, ji DAIŞê paqijkiribû ava dike. Berpirsê ragihandinê yê Dêra Zorê yê HSDê Mehdî Kobanî ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîka dixwaze baregeha leşkerî li çoltera herêma petrole ya Dêra Zorê ava bike.

    Hikmet Durgun

    Li gorî haydariyên ku ji rayedarên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê hatin bidestxistin, avakirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê bi HSDê re dewam dike

    Herwiha li Sûriyeyê 20 baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmên di bin kontrola HSDê de hene. Amerîka niha jî baregeheke leşkerî ya mezin li herêma petrolê ya Dêra Zorê ku çend meh berê şervanên HSDê ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kiribûn, dike. Xebatên avakirina baregehê dewam dike û xebatên makîneyên kar jî berdewam e. Hate ragihandin ku dê baregeh pir mezin be û ewlekariya baregehê jî şervanên HSDê digirin.

    Berpirsê çapamenî yê Dêra Zorê yê HSDê Mehdî Kobanî li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Amerîka baregeha leşkerî li herêma petrole ya Dêra Zorê ku ji DAIŞê kontrol kiribûn ava dike û got: "Baregeha leşkerî li herêma Hekûl Omerê ya herêma petrole tê avakirin. Ji ber ewlehiyê dirêjahî û firehiya wê nikarin ragihînin û bibîr xist ku gelek baregehên leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê hene."

    Beriya niha Amerîka li Dêrik, Tebqa, Rimelan, Hol, Şedad, Kobanî, Eyn Îsa, Minbic, Reqa, Heseke û Girê Spî baregehên leşkerî ava kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'
    Salih Muslim: Amerîka jî vekişe em terka Minbicê nakin
    Amerîka: Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne
    Amerîka dîsa ji bo Minbicê got: Ti lihevkirinek çenebûye
    Balyozê berê yê Amerîkayê: Amerîka ne mecbûr e her daxwaza kurdan bicih bîne
    Etîketan:
    leşkerî, baregeh, Sputnik, Mehdî Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de