14:09 21 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat - milîtan- tehliye

    Rûsya: Milîtanên Ahrar ûş Şamê ji Xutayê derdikevin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku nêzî hezar û 900 milîtanên Ahrar ûş Şamê bi malbatên xwe di çerçoveya peymana ku bi rayedarên navenda lihevkitinê li Sûriyeyê yên Rûsyayê re li hev kirin de ji herêma Harata ya Xûtaya Rojhilat terikandin.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke belavkir û tê de diyar kir ku hezar û 895 milîtanên Ahrar ûş Şamê ji ser korîdora mirovî ve bi malbatên xwe ve di çerçoveya li hevkirina peymana bi rayedarên navenda lihevanîna li Sûriyeyê ya Rûsyayê de, ji herêma Harastayê derketine.

    Li gorî daxuyaniyê, milîtan bi malbatên xwe re, bi otobûsan dibin Idlibê. Ewlehiya otobûsan jî leşkerên ku li navenda lihevanîna aliyan ên Rûsyayê peywirdarin û polîsên hikûmeta Sûriyeyê pêk tînin.

    Beriya niha jî milîtanên ku di Berfenbara 2016an de ji Helebê hatin derxistin li Idlibê hatibûn bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Ahrar-uş Şam ji taxa Haresta ya Xûtaya Rojhilat hat derxistin
    Rûsya: Li xûtaya Rojhilat korîdora sêyemîn vebû
    Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin
    Rûsya: Zêdetirî ji sedî 65ê Xûtaya Rojhilat hat paqijkirin
    Rûsya: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadehiya provokasyona kîmyewî dikin
    Etîketan:
    milîtan, Wezareta Parastin a Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de