04:52 21 Nîsan 2018
    Rojava

    Aldar Xelîl ji bo ENKSê du şert pêşniyar kirin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji bo destpêkirina diyalogê ya bi ENKSê re du merc pêşniyar kirin û ji bo van her du mercan got, divê ENKS xwe ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê vekişîne û xwe ji nûnerên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê safî bike.

    Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya ji bo Rûdawê de ragihand ku ji bo destpêkirina diyalogê ya bi ENKSê re behsa du mercan kir û li ser van her du mercan got, "Divê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê vekişe ku opozîsyon êrişî gelê Kurd kiriye û di dagirkirina bajarên Kurdan de li cem Tirkiyeyê cih girtiye."

    Xelîl li ser mercê duyem jî anî ziman ku pirsgirêkên navxweyî yên ENKSê hene û got, divê ew pirsgirêk werin çareserkirin, ku yek ji wan jî bandora Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ya di nava ENKSê de ye û divê ev bandor were kêmkirin.

    ‘DIVÊ ENKS PIRSGIRÊKÊN NAV XWE ÇARESER BIKE'

    Aldar Xelîl parast ku dema nûnerên Yekîtî di nava ENKSê de xwedî bandor bin, wê demê ENKS ji welatparêziyê dûr dikeve û got, "Divê ENKS pirsgirêkên nav xwe safî bike, bi taybetî pirsgirêka serkirdeyên ku nûnertiya Partiya Yekîtî dikin. Dema ku nûnerên Partiya Yekîtî di nav ENKSê de bi bandor bin, ENKSê dûrî xeta welatparêziyê dikin".

    Xelîl anî ziman ku ENKS gava pirsgirêkên xwe çareser bike, wê deme dê ji aliyê milet ve jî were qebûlkirin û dê karibin din av refê neteweyî de cih bigire û tifaq çêbibe.

    ELÎKO: ALDAR XELÎL Û PARTIYA WÎ HETA ÎRO XWE WEKÎ BEŞEKE TEVGERA KURDÎ NABÎNIN

    Li gorî Rûdawê Nûnerê ENKSê û Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê Fuad Elîko bersiv da daxuyaniya Aldar Xelîl û got: "Mixabin, me digot belkî piştî derketina PYDê ji Efrînê, lêvegerekê ji xwe re çêke, lê heta îro xuya ye tiştek di serê wan de tine, erka neteweyî di xwe de dibînin."

    Elîko di axaftina xwe de got: "Aldar Xelîl û partiya wî, heta îro xwe ji beşeke tevgera Kurdî nabînin. Ti caran wisa negotine û nabêjin û ev di projeya wan de jî tune ye."

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEMê bangî cerdevanan kir
    ENKS: Em hîn jî xalên peymana xwe û TEV-DEMê diparêzin
    TEV-DEMê bi daxuyaniyekê piştgirî da xwepêşandanên li Îranê
    ENKSê li ser şikandina peykerê Kawa li Efrînê daxuyaniyek da
    Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
    Etîketan:
    şert, pêşniyar, Hevserokê TEV-DEMê, ENKS, Fuad Elîko, Aldar Xelîl, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de