20:31 23 Nîsan 2018
    Salih Muslim

    Salih Muslim: Amerîka jî vekişe em terka Minbicê nakin

    © AFP 2018 / Adrien Morlent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 40

    Hevserokê PYDê yê berê Salih Mislim di axaaftina xwe de ragihand ku Amerîka jî vekişe em terka Minbicê nakin û li ber xwe bidin.

    Salih Mislim li bajarê Stochholma Swêdê serdana kurdistaniyên ku li Parlamentoya Ewropayê dest bi grêva birçîbûnê kirine kir. Mislim di axaftina xwe ya K24ê de got: "Hevkariya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevkariyeke berjewendiye. Amerîka dixwaze ji rola HSDê ya sehayê îstîfade bike û lewma hevkariyê dike."

    Mislim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger Amerîka dev ji şirîkatiya HSDê berde wê li Rojhilata Navîn şikestineke mezin bixwe. Em îhtîmala ku Tirkiye li hemberî Minbicê êrişeke çekdarî li dar bixe û Amerîka jî vekişe nadin. Hêza Sûriyeya Azad (HSD) li qadê xwe bi rêxistin dike û eger êrişeke wiha pêk were dê parastina Minbicê bike."

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Pêvajoya derbarê Salih Muslim de bi dawî bû
    Muslim: Vekişîna ji Efrînê nayê wateya wendakirina şerî
    Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo Muslim red kir
    Hat îdiakirin ku Interpolê dosyeya Salih Muslim û hin kesên din rawestandiye
    Wezîrê alman: Mijara Muslim dê di çarçoveya dewleta hiqûqê de were nirxandin
    Etîketan:
    Operasyona Minbicê, PYD, Salih Muslim, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de