13:53 25 Nîsan 2018
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Minbicê

    Şandeyeke amerîkî serdana Minbicê kir: Em ê dest ji sozên xwe bernedin

    © REUTERS / RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 10

    Şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê ku şêwirmendê Willam Roebuck îro pêncşemê serdana birêveberiya sivîl a Minbicê û derdora wê şand da ku rewşa herêmê bi giştî gotûbêj bike.

    Li gorî nûçeya RTê, Hevserokên Meclisa Cîbcîkar a Minbicê Zeyneb Qenber û Îbrahîm Qeftan pêşwaziya şandeya amerîkî kir û herdu aliyan rewşa ewlekariyê ya bajarî gotûbêj kir û herwiha li bazara Minbicê geriyan.

    Şêwrimend Roebuckî teqez kir ku dê dest ji sozên xwe yên parastina Minbicê bernedin heta ku qeyrana Sûriyeyê di kongreya Cenevê de çareser bibe.

    ​Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer berî sê rojan ragihandibû ku şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Meclisa Sivîl a Minbicê kiriye û teqez kiriye ku dê Minbicê biparêze.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Reuters: Amerîka ne li Efrînê li Minbicê dinêre
    Meclîsa Leşkerî: Êrîşa ser Minbicê hat şikandin, şer didome
    Amerîka: Em nafikirin ku ji Minbicê vekişin
    Mattis: Em li ser Minbicê bi Tirkiyê re axivîn, lê nabe naverokê eşkere bikim
    Fermandarê amerîkî serdana Minbicê û Meclîsa Leşkerî kir
    Etîketan:
    William Roebuck, Îbrahîm Qeftan, Zeyneb Qenber, Amerîka, Sûriye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de