07:28 27 Nîsan 2018
    Xutaya Rojhilata Haresta Ahrar-uş Şam veguhestin

    Rêxistina Ahrar-uş Şam ji taxa Haresta ya Xûtaya Rojhilat hat derxistin

    © AFP 2018 / Louai Beshara
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya peymanê de endamên rêxistina Ahrar-uş Şam û malbatên wan ji Xûtaya Rojhilat derxistin û şandin Idlibê.

    Li deşta Xûtaya Rojhilat ev 6 sal e di navbera milîtanan û hêzê rejimê de şer heye. Di çend mehên dayî de rejimê êrişên xwezêde kir û berxedana milîtanan şikand. Di çarçoveya tehliyekirina Xûtaya Rojhilat da îro ji taxa Haresta ya Xûtayê gelek milîtanên Ahrar-uş Şam û malbatên wan hatin tehliyekirin.
    Li gorî ragihandina televîziyona dewleta Sûriyê di destpêkê de ji taxa Harestayê 88ê wan milîtan bi tevahî 547 kes hatin tehliyekirin. Li gorî planên ku hatine kirin wê 6000 kes bên tehliyekirin.

    Herwiha hat ragihandin ku bazara lihevkirinê ya bi Rêxistina Artêşa Îslamê re hê jî berdewam e. Tê zanîn ku ev artêş li Xûtaya Rojhilat artêşa herî xurt e. Artêşa Îslamê tehliyekirinê hê jî nepejirandiye. Bi hevkariya Rûsya û Hikûmeta Sûriyê ji sedî 70yê Xûtaya Rojhilat hat kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Helîkopterên Koalîsyonê ji Sûriyeyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin'
    Putin: Me komeke mezin ya sivîlan ji Xûtaya Rojhilat tehliye kir
    Berpirsyarê nivîsan û xwediyê Ozgur Gundemê tehliye bûn
    ‘Amerîkayê 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir'
    Etîketan:
    tehliyekirin, El Nusra, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de