20:40 23 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê - hêzên artêşa tirk

    Li navenda Efrînê tankeke Tirkiyeyê hat teqandin: 9 leşker hatin kuştin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    150

    Çavkaniyeke Artêşa Azad a Sûriyeyê îro ji Sputnikê re ragihand ku "çekdarên kurd îro tankeke artêşa Tirkiyeyê li navneda Efrînê teqandiye û di encamê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin."

    Medyaya Tirkiyeyê vê sibehê ragihandibû ku hinek leşkerên tirk di teqîneke li Efrîne de hatine kuştin û hinekên din jî birîndar bûne. Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî ragihand ku di encama teqînê de sê leşkerên tirk hatine kuştin.

    YPGê ragihandibû ku dê şerê xwe li dijî Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li Efrînê bi awayê êrîş-revê dewam bikin.

    Artêşa Tirkiyeyê jî ragihand ku sê leşker hatine kuştin û sêyên din jîn birîndar bûne lê derbarê bûyera teqandina tankê de ti daxuyaniyê neda.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye
    ‘ji 200 hezarî zêdetir mirov ji Efrînê reviyan û bê stargeh in'
    Ofîsa Koordînasyona Alîkariyên Mirovî ya NYyê: Tê gotin ku li Efrînê fişar û talan heye
    Etîketan:
    Artêşa Azad a Sûriyeyê, Artêşa Tirkiye, YPG, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de