19:21 25 Nîsan 2018
    Alaya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) li kolana navendî ya li Efrînê.

    'Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji bo cenazeyê şervana YPJê: Mesele siyasî ye'

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Bavê şervana YPJe Anna Campbellê ya ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, Dirk Campbell ji hikûmeta welatê xwe xwest ku alîkariyê wî bike da ku cenazeyê qîza wî vegerîne lê Wezareta Derve ya Brîranyayê "ti niyeteke despêşxeriyê nîşan nedaye" û jê re gotiye ku "mesele siyasî ye."

    Li gorî nûçeya, France24ê, YPJê roja duşema borî kuştina Campbellê piştrast kiriye û tê gotin ku ew yekem brîtanî ye ku di nav refê YPJê de jiyana xwe ji dest daye.

    Bavê şervana YPJê Dirk Campbellî diyar kiriye ku Wezareta Derve ya Brîtanyayê heta niha "ti niyeteke destpêşxeriyê nîşan nedaye" da ku alîkariya wî bike ku cenazeyê qîza wî vegerîne.

    "MA KARÊ WE ÇI YE?"

    Herwiha Campbellê bav gotiye: "Wan(Wezareta Derve ya Brîtanyayê) got ku mesele siyasî ye. Min jî ji wan re got, ma ne karê we ev e."

    Di berdewamiyê de bavê şervana YPJê wiha got: "Min ji wan re got, konsulxaneyeke Brîtanyayê û Balyozxaneyeke we li Enqereyê heye. Hûn dikarin ji balyozê xwe bixwazin…ku agirbestekê bixwaze, heta em bikarin cenazeyê Annayê vegerînin."

    Campbellî destnîşan kir ku li gel wezaretê soz daye ku bersiva wan bid ejî lê heta niha ti bersivek nedaye.

    Anna Campbella brîtanî ku bi awayekî xwebexş tev li Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ) bûbû, li Dêra Zorê şer kiribû û piştî ku Tirkiyeyê operasyona xwe li dijî herêma Efrînê da destpêkirin, çû Efrînê û li wê derê li dijî êrîşên Tirkiyeyê şer kiribû.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
    Amerîka: Piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajarî derketine
    Ji Artêşa Sûriyeya Azad daxuyaniya talan û diziya li Efrînê
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Etîketan:
    YPJ, Anna Campbell, Efrîn Brîtanya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de