20:23 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Şêx Alî: Bila Tirkiye pabendiyê bi qanûna navdewletî bike

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî got ku siyaseta Tirkiyeyê ya heft salên borî li himberî tevahiya Sûriyeyê û bi taybetî li dijî Efrînê neyênî bû.

    Şêx Alî diyar kir ku "retorîka Tirkiyeyê ya gefan dixwe ku dê Minbic û bajarên din ên bakurê Sûriyeyê dagir bike, beşek ji projeya Tirkiyeyê ye ku timayê di nava Sûriyeyê dike."

    "TIRKIYE TÊKILIYÊN XWE YÊN LI GEL NATOYÊ BI KAR TÎNE"

    Siyasetmedarê kurd bi Sputnikê re axift û got ku "Tirkiye tora têkiliyên xwe yên li gel NATOyê û hevaehngiya xwe ya li gel Îranê bi kar tîne da ku êrîşî Minbicê bike û ji wir biçe Kobaniyê heta bigihêje Qamişloyê. Ev jî pêwîst dike ku hişyarî, hevgirtineke ragihandinî û siyasî li tevahiya bakurê Sûriyeyê çêbibe."

    Herwiha Şêx Alî bangî hikûmeta Sûriyeyê kir "xwe amade bike, tevdêran bigire ji ber ku ev meseleyeke çarenûsî ye ku li dijî hemû gavên çareseriyeke aştiyane û siyasî ji bo qeyrana Sûriyeyê gef e."

    "SERKEFTINA KURDAN SIYASÎ Û EXLAQÎ YE"

    Alî diyar kir ku Tirkiye ji aliyê leşkerî ve li bakurê Sûriyeyê bi pêş de çûye û destnîşan kir ku "serkeftina kurdî siyasî exlaqî bû, ji ber ku Enqere qanûna navdewletî bin pê kir û li bingehên pêkvejiyanê xist bi armanca ku nefretê di navbera kurdan û ereban de biçîne."

    "HÎN TI RÊXISTINA NYÊ NEKETIYE EFRÎNÊ"

    Ji aliyê din ve, Şêx Alî behsa rewşa mirovî kir û teqez kir ku bêtirî 150 hezar sivîlên ji Efrîn û gundên wê aware bûne û diyar kir ku pêwîstiya bi deh hezaran ji wan awareyan bi alîkariya mirovî heye ku av û pêdawîstiyên bijîşkî ji wan re lazim in lê hîn ti rêxistineke girêdayî NYyê neketiye herêma Efrînê.

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî ji Tirkiyeyê xwest ku peywirên xwe li gorî qanûna navdewletî pêk bîne, awareyan û mal û milkên wan ji talan, dizî û wêrankirin biparêze ku "bi destê komên cîhadîst ên li gel Enqereyê dixebitin tên kirin" û herwiha bangî Tirkiyeyê kir ku rê li ber rêxistinên navdewletî veke ku têkevin bajar û derdora wê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Etîketan:
    Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Mihyedîn Şêx Alî, Bakurê Sûriyeyê, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de