13:57 25 Nîsan 2018
    YPG

    YPGê sedema vekişîna ji Efrînê eşkere dike

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku ji ber Tirkiyeyê amadekariya komkujiyekê li Efrînê dikir û piştî şewrê biryar dan kur ê li ber vê komkujiyê bigirin ji bajêr vekişiyan.

    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji medyayên nêzîkî PYDê re axivî û diyar kir ku Tirkiye û komên din ên wek Eniya El-Nusra bi çek û tankên welatên bihêz êrîşî ser xelkê sivîl dikirin û piştî bergiriya 2 mehan, wan pêşbînî kir ku amadekarî ji komkujiyeke mezin re tên kirin. Bi her awayî jî Efrîn hat bombebaran û topbarankirin.

    Mehmûd destnîşan kir ku ji bo rê li pêş wê komkujiyê were girtin ew ji bajarê Efrînê vekişiyan û got: "YPGê dest bi qonaxeke nû ya çalakiyan li dijî Tirkiyê kiriye û bi tektîkeke nû berdewam dibin."

    Berdevkê YPGê werwiha da zanîn ku Efrîn ji Tirkiyê re nabe cihekî aram, bergîriya wan li wê herêmê berdewam dibe û ta Efrîn rizgar nebe, ew ranawestin.

    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî komên çekdar ên girêdayî wan ve li dijî Efrînê dan destpêkirin û di 18ê Adarê de derbasî Efrînê bibûn. Herwiha di operasyona leşkerî de bêtirî 300 sivîl hatin kuştin, 700 sivîl jî birîndar bûn û nêzî 200 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Ji saziya swêdî daxuyaniya Efrînê: Îxlala hiqûqa navneteweyî ye
    Holanda: ‘Me xwest ji bo Efrînê Tirkiyê şermezar bikin, lê ji YE û NATOyê piştgirî nehat’
    OPCW: Bikaranîna çekên kîmyewî li Efrînê nehat piştrastkirin
    Li Parîsê protestoya Efrînê: Çalakvan ber bi meydana Republicayê dimeşin
    Bi mebesta protestokirina operasyona Efrînê xwe şewitand
    Etîketan:
    sivîl, komkujî, şer, YPG, Nûrî Mehmûd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de