14:54 19 Nîsan 2018
    Şam

    Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa mîlîtanên Xûtaya Rojhilat ya bi topên hawan û moşekî ya li ser Şamê 35 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

    Ji Polîsê Sûriyeyê çavkaniyekê got, "di êrîşa mîlîtanên Xûtaya Rojhilat ya bi topên hawan û moşekî ya li ser Şamê 35 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne."

    Heman çavkaniyê anî ziman ku di êrişê de çend moşek li navenda dîrokî ya Şamê, li taxa Imarayê û herêma Mazzeyê ketine û wiha berdewam kir, "ji ber ku êriş dewam dike em nîgeran in ku hejmara wendahiyên zêde bibe."

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu demek berê gotibû ku, zêdetirî ji sedî 65ê herêmên Xûtaya Rojhilat ji milîtanan hatiye paqijkirin. Şoygu herwiha anî ziman ku wan agahî standine ku milîtan li Xûtaya Rojhilat bi bikaranîna madeyên kîmyewî amadekariya provokasyonan dikin. Di vî warî de 3 hewildan hatine astengkirin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Beşar Esad duhî serdana eniya şer ya Xûtayê kiribû û di warê têkoşîna bi terorê re biryardariya xwe dûpat kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Zêdetirî ji sedî 65ê Xûtaya Rojhilat hat paqijkirin
    Rûsya: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadehiya provokasyona kîmyewî dikin
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    êrîşa milîtanan, êrîşa bi moşekî, êriş, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de