04:19 20 Nîsan 2018
    Leşkerên opozîsyona Sûriyeyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike li nav bajarê Efrînê

    Berdevkê Meclîsa Sivîl ya Efrînê: ASA li Efrînê malê xelkê talan dike

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Berdevkê Meclîsa Sivîl ya Efrînê Hesen Şindî diyar kir ku çekdarên ASAyê li Efrînê mal û milken xelkê talan dikin û xwest ku bila ew çekdarên ASAyê ji Efrînê vekişin û li şûna wan polîsên Efrînê bicih bibin.

    Hikmet Durgun

    Piştî ku artêşa tirk û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ketin navenda Efrînê Meclîsa Sivîl ya Efrînê hat avakirin û berdevkê wê meclîsê Hesen Şindî derbarê rewşa Efrînê û armanca avakirina meclîsê ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku çekdarên ASAyê malen xelkê talan dikin û di serî de wesayit, gelek tiştan didizin.

    ‘ENKS Û MIXALEFETA SÛRIYEYÊ BEŞDARÎ CIVÎNÊ NEBÛN'

    Şindî diyar kir ku wan beriya 2 rojan ji bo pêvajoya nû ya Efrînê li bajarê Dîlokê civînek hat li dar xisitye û got, "Nêzikî 100 kes beşdarî civînê bûn. Hemû beşdarvan efrînî bûn. Di nav beşdarvanan de parêzer, siyasetmedar, xwedî eşîr û gelek navên girîng hebûn. 75 kurd, 15 ereb beşdarî civînê bûn. Êzidî jî di civînê de hebûn. Jin û ciwan jî hebûn. Ji ENKSê û Mixalefeta Sûriyeyê ti kes beşdar nebûn. Ji Tirkiyeyê jî kes beşdar nebûn lê me ji Tirkiyeyê li bende piştevaniyê ne."

    ‘HEMÛ BEŞDARVANÊN CIVÎNÊ EFRÎNÎ BÛN'

    Hesen Şindî anî ziman ku ew ji bo vê piştevaniyê hêj bi Tirkiyeyê re hevdîtin pêk neanîne û wisa berdewam kir: "Di civînê de Meclîsa Sivîl ya Efrînê hat damezirandin. Ez jî bûm berdevkê vê meclîsê. Em ê wekî meclîsê ji bo vegera sivîlan bixebitin. Gelek kesên ji vê meclîsê wê biçin Efrînê û xizmetê bikin."

    ‘ÇEKDARÊN ASAYÊ MAL Û MILKÊN XELKÊ TALAN DIKIN'

    Şindî anî ziman ku çekdarên ASAyê li Efrînê mal û milkên xelkê didizin û talan dikin û ev tişt gotin: "ASA li Efrînê zordestî û zilmê li xelkê me dike. Em naxwazin çekdarên ASAyê li Efrînê bimînin. Li Efrînê divê polîsên ku ji Efrîniyan pêk tên, werin peywirdarkirin. Ji bo hebûna polîsan li bende piştevaniya Tirkiyeyê ne."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Washington Post: Ketina Tirkiyeyê bo Efrînê derbe li polîtîkayên Amerîkayê xist
    TSK çûnûhatina Efrînê li ber milîsên ASA û xelkên sivîl girt
    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    Ji NYyê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin
    Etîketan:
    Berdevkê Meclîsa Sivîl ya Efrînê, Hesen Şindî, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de