07:27 27 Nîsan 2018
    Efrîn protesto - YPG

    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?

    © AP Photo / YPG Press Office
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburgê derbarê sedema vekişîna YPGê ji Efrînê, derketina sivîlan ji Efrînê û sedemên wê de axivî û li ser ihtimala vekişîna Amerîkayê ji bakurê Sûriyeyê jî wiha got ku "amerîkî dibêjin ku ji wan dixwazin ji Efxanistan û Iraqê jî derkevin lê hîn li wir in. Mirov nikare tavilê bigihêje wê encamê ku dê derkevin."

    Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburgê derbara vekişîna YPGê ya surpriz a ji Efrînê de axivî û got: "YPG biryar da ku şerê xwe bihêle rojeke din" ji ber wan zanî ku şer dê bajarî wêran bike.

    "YPG FÊM KIR KU EFRÎN DÊ NEBE WEK KOBANIYÊ"

    Li gorî nûçeya Ahvalê, dihat payîn ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG)  şerekî dijwar li Efrînê bike lê Wilgenburg diyar dike ku YPG piraniya sivîlan derxistin û ew veguhestin bajarên bakurê Helebê û hinek gundên şîiyan.

    Wilgenburg balê dikişîne ser rewşa Kobaniyê ku di şerê li dijî DAIŞê de, dewletên cîhanê çûbûn hawarê wê û alîkariya wê kiribû û wiha dibêje: "Wan (YPG) fêm kir ku Efrîn dê nebe wek Kobaniyê û nebe şerekî wiha ku hêzên navneteweyî destwerdanê tê de bikin da ku alî kurdan bikin."

    "TI TÊKILIYA VALAKIRINA EFRÎNÊ BI BALDARIYA TIRKIYEYÊ RE TINE"

    Li gorî rojnamevanê holendî, "YPG têgihişt ku ji bo bajarî şer bike, bajar dê bi tevahî wêran bibe,  lewra wan biryar da ku xelkê derxin. Ti têkiliya vê jî bi baldariya Tirkiyeyê di pêkanîna êrîşên hewayî de tine."

    Wilgenburgê şerê xendekan ê li bajarên kurdan ên li Tikriyeyê bi bîr anî û got ku "ji ber eger tu li bajarên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê yên wek Şirnex, Cizîr û Sûrê û şerê navbera PKK û Tirkiyeyê binerî, tu yê bibînî ku gelek bajar bi giranî wêran bûne."

    "KURDAN HÎN SÛR JI BÎR NEKIRIYE, LEWRA YPG VEKIŞIYA"

    Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî Wilgenburgê diyar kiribû ku sedema Reqa, Mûsil û bajarên din weran bûn lê Efrîn wêran nebûbû, ew bû ku YPG xwest ku bajar û sivîlan biparêze û wiha gotibû: "Ev ji ber wê bû ku YPG biryar da ku bajarê Efrînê û sivîlan biparêze û vekişe. Wan zanî dê şerê bajaran bibe sedeme wêraniyê. Kurdan hîn ji bîr nekiriye bê artêşa Tirkiyeyê çi kir ji Sûrê û başûrê rojhilatê(yê dewleta Tirkiyeyê).

    "EFSANEYA YPGÊ NEŞKESTIYE"

    Herwiha di nûçeyê de behsa gotina pisporekî bi navê Alexander Clarksonî tê kirin ku gotibû, "tiştê li Efrînê çêbû, efsaneya YPGê ji nav bir ku li gorî milîtanên din wek şervanên herî behremend tên nasîn".

    Wilgenburg li dijî van gotinan derdikeve, vê danberhevê wek şaş bi nav dike û wiha dibêje: 'Li gel hêza xwe ya hewayî, Tirkiye xwedan yek ji mezintirîn artêşa NATOyê ye. Eger serweriya hewayî ne li aliyê Tirkiyeyê bûya, şer dê gelekî zêdetir bidomanda. Lewra ez tev li wê fikirê nabin ku efsaneya YPGê şkestiye lê hemû tenê têkilîdarî hêzên hewayî ye".'

    "AMERÎKAYÊ GOT DÊ JI EFXANISTAN Û IRAQÊ JÎ DERKEVE, LEWRA JI SÛRIYEYÊ JÎ DERNAKEVE"

    Rojnamevanê holendî li ser ihtimala vekişîna Amerîkayê ji bakurê Sûriyeyê jî axift û got: "Gelekî zehmet e ku mirov bibêje, hêzên Amerrîkayê dê vekişin. Demeke kurt ji Amerîkayê re, mihtemelen tê wateya salek heta sê salan. Lê amerîkî herwiha dibêjin ku dixwazin Efxanistan û Iraqê jî derkevin lê hîn li wir in. Mirov nikare tavilê bigihêje wê armancê ku dê (ji bakurê Sûriyeyê)biçin. Hîn gelek pirs û şerekî sivîl ku bi dawî nebûye li Sûriyeyê hene."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Sûriye, em dixwazin bibin dewleteke ku çavkaniyên enerjiyê ji Asyayê veguhêzin Ewropayê
    Sûriye, wê yek ji wan mezintirîn navenda sporê temîr bike
    Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike
    Sûriye: Hebûna we ya leşkerî ne meşrû ye
    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin
    Etîketan:
    YPG, Wladimir van Wilgenburg, Efrîn, Sûriye, Iraq, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de