17:12 25 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Zêdetirî ji sedî 65ê Xûtaya Rojhilat hat paqijkirin

    © AP Photo / SANA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got, zêdetirî ji sedî 65ê herêmên Xûtaya Rojhilat ji milîtanan hatine paqijkirin.

    Şoygu di civîneke derbarê parastinê de axivî û got, "Navenda şopandina agirbesta ya Rûsyayê li Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat operasyoneke mirovî ya bêhempa û berfireh dimeşîne. Di van 5 rojên dawiyê di ser koridora mirovî ya li Xûtaya Rojhilat 79 hezar û 665 kes hatin tehliyekirin. Zêdetirî ji sedî 65ê wê herêmê ji milîtanan hat paqijkirin."

    Şoygu ragihand ku mijara sereke ya rayedarên rûsî ew e ku ‘sivîlên li wan herêman were tehliyekirin" û ‘alîkariya mirovî ya Rûsyayê ji bo kesên hatin tehliyekirin werin şandin'. Sergey Şoygu ev tişt gotin, "Di demeke herî kurt de 427 ton alîkariya zad, ava vexwarinê û kelûpelên midbexê hat kirin. 7 hezar û 100 betanî û çarşef û 91 hezar û 810 pakêtên xwarinê hatin dayîn. Ji bo 21 hezar û 840 kesan jî xwarin hat dayîn."

    Şoygu anî ziman ku bi operasyonên mirovî yên di meha adarê de ji bo herêmên li Şamê jî konvoyên alîkariya mirovî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin şandin û zêdetirî 445 tonan alîkarî hatin şandin.

    Şoygu got, "Ev hemû xebatan bi hevkariya NY, Xaça Sor ya Navdewletî û Xaça Sor ya Sûriyeyê hatin kirin."

    ‘3 HEZAR 870 KES JI ÎDLIBÊ VEGERIYAN HELEBÊ'

    Şoygu ji bo hinek herêmên din yên Sûriyeyê alîkariya mirovî tê kirin û got, bi rêya korîdora mirovî ya ku ji aliyê navenda koordînasyonê ya Rûsya, Tirkiye û Îranê ve hat avakirin, 3 hezar û 870 kes ji rojavayê Idlibê vegeriyan Helebê.

    Şoygu derbirî ku 25 hezar û 684 kes jî vegeriyan Dêra zôrê û got, ji dema ku operasyona mirovî ya Rûsyayê li Sûriyeyê destpê kiriye û vir ve zêdetirî 300 hezar penaber vegeriyan herêmên ku ji terorîstan hatin rizgarkirin.

    Sergey Şoygu destnîşan kir ku ew çalakiyên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ji nêzik ve dişopînin û got, wan hefteya borî 3 hewldanên bikaranîna çekên kimyewî asteng kiriye. Şoygu herwisa anî ziman ku divê welatên rojavayî dev ji florta xwe ya li gel terorîstan berde.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadehiya provokasyona kîmyewî dikin
    Wêneyên herêmên Xûtaya Rojhilat yên ku hatine rizgarkirin
    Esad eniya şer ya Xûtaya Rojhilat ziyaret kir
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 30 hezar kesî hat tehliyekirin
    Etîketan:
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Xûtaya Rojhilat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de