02:35 28 Gulan 2018
Efrîn

‘ji 200 hezarî zêdetir mirov ji Efrînê reviyan û bê stargeh in'

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Rayedara ji kantona Efrînê Hêvî Mistafa daxuyand ku ji ber operasyona artêşa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê ji 200 hezarî zêdetir niştecihên efrînî bajar terikandin e, li stargehan mehrûm man e, xurek û avê bidestnaxin.

Rayedara Rêvebiriya Kurd ya herema Efrînê Hêvî Mistafa bi telefonê ji Reutersê re daxuyand ku niştecihên Efrînê bêçaren e û mexdûr in: "Niştecihên xwedî wesayît di wesayitên xwe de radizên, yên ku bê wesayît in jî bi zarokên xwe re di bin siya daran de radizên." Mistafa da zanîn ku sivîlên li navenda bajarê Efrînê di bin tehdîda komên girêdayî Tirkiyeyê de ne.

Herwiha di roja 58an a operasyona artêşa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de leşkerên tirk û milîtanên komên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ketibûn navenda bajêrê Efrînê. Di hin wêneyan de hat xuyakirin ku milîtanên ASAyê ji malan û dikanên sivîlan xurekan û amûran didizin û talan dikin.

Bi heman mijarî:

Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
Etîketan:
Navend, Bajar, dizî, jiyan, Reuters, sivîl, Efrîn, Hêvî Mistafa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de