20:28 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Ji NYyê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyîn ragihand ku li Efrînê gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

    El Huseyin rewşa xerab a Efrînê bi bîr xist û got, hîn zêdetirî 50 hezar sivîl li navenda Efrînê dijîn.

    'JI BER ÊRÎŞAN GELEK KES HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN'

    Rayedarê NYyêderbarê operasyona dijî Efrînê de got, "Li Efrîna ku rojek berê ji aliyê hêzên tirk ve hatiye kontrolkirin, bi êrîşên hewayî, operasyonên bejahî û teqemeniyan gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Bi hezaran kes jî hatin koçberkirin."

    'NEXWEŞXANE GIRTÎ YE, AVA VEXWARINÊ NÎNE'

    Komiserê NYyê ragihand, "Li gor zanyariyên tîma me, tekane nexweşxaneya bajarê ku niha 50 hezar kes lê dimînin ji ber ziyana şer girtî ye. Herwiha li bajêr ava vexwarinê jî pir kêm e."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Em ji Minbicê dernakevin, em ê tedbîran bistînin
    Rûsya: Milîtan li Xûtaya Rojhilat amadehiya provokasyona kîmyewî dikin
    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de