20:26 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Şamê xwest hêzên Tirkiyeyê derhal ji nav erda Sûriyeyê derkevin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 32

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê operasyona destwerdana Efrînê wekî binpêkirina prensîbên Neteweyên Yekbûyî binav kir û xwest, Tirkiye derhal hêzên xwe ji nav erda Sûriyeyê vekişîne.

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku operasyona dijî Efrînê ya wek 'Çiqlê Zeytûnê' bi nav kiriye û kontrolkirina bajarê Efrînê prensîbên NYyê binpê dike.

    'BILA DERHAL JI XAKA SÛRIYÊ YA DAGIRKIRINE DERKEVIN'

    Hikûmeta Sûriyeyê bi nameyeke ku ji NYyê re şandiye, hebûna hêzên artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê wekî 'nemeşrû' pênase kir û xwest, 'hêzên dagirker demildest ji nav xaka Sûriyeyê ya dagir kirine derkevin."

    OPERASYONA TIRKIYÊ YA SER EFRÎNÊ 20 ÇILEYÊ DESTPÊ KIRIBÛ

    Operasyona artêşa Tirkiyeyê û komên opozîsyonê yên piştevan roja 20 Çileya 2018an destpê kiribû û piştî 58 rojên şerê bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re 18ê Adarê bi vekişîna hêzên kurd re ketibûn nav bajêr.

    Hêjayî gotinê ye, piştî ku komên çekdar ketibûn bajarê Efrînê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) dîmen û wêneyên talan, dizî û rûxandina bajêr ji aliyê wan çekdaran ve li medya cîhanê belav kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Helîkopterên Koalîsyonê ji Sûriyeyê fermandarên DAIŞê tehliye kirin'
    Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê
    Erdoganî Pûtîn pîroz kir
    Amerîka: Piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajarî derketine
    Talebanî ji bo Efrînê peyamek weşand: Wêne dilsoj in
    Pûtîn serekiyên sîstema serokwezîriyê eşkere kir
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de