15:43 21 Gulan 2018
    Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

    Şandeyeke Amerîkayê serdana Minbicê kir

    © AP Photo / Arab 24 network
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer ragihand ku şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Meclisa Sivîl a Minbicê kiriye û teqez kiriye ku dê Minbicê biparêze.

    Omer li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û tê wiha got: "Şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê di dema serdana xwe ya ji bo Meclisa Sivîl a li Minbicê ya îro de piştrast kiriye ku hevpeymaniya navdewletî û Amerîka pabendî parastina Minbicê ne û dê li ser piştgirtina ewlehî û aştiyê li tevahiya Sûriyeyê berdewam bin."

    ​Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye ji Sptunik Kurdistanê re axivîbû û gotibû ku "ew gotinên tirkan in û derew in. Karê me li gel Hevpeymaniya Navdewletî wek berê dewam dike". Herwiha Derwîş teqez kir ku şervanên YPGê li Minbicê tine ne.

    Bi heman mijarî:

    Komên çekdar êrişî noqteya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin
    Li Minbicê di 3 gorên komî de termê 235 kesan hatin dîtin
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Çar senaryoyên mihtemel ên şerê Efrînê: Yek ji wan wek a Minbicê ye
    Etîketan:
    Ebdulkerîm Omer, Sûriye, Amerîka, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de