13:52 25 Nîsan 2018
    YPG Haseke

    'Herêmên din ên kurdan, ne wek Efrînê ne'

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Nivîskarê Independentê Patrick Cockburn li ser rewşa Efrînê, sedemên vekişîna YPGê û pêvajoya bi dû wê de nivîsî û diyar kir ku "Amerîka bixwaze berjewndiyên xwe li Sûriyeyê biparêze, pêwîstiya wê bi kurdan heye" û diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bendî dema xwe be ji bo li dijî kurdan têkeve tevgerê."

    Nivîskarê Independentê Patrick Cockburn li ser rewşa Efrînê pêvajoya piştî wê nivîsî û diyar kir ku herêmên din ên bin kontrola YPGê de ne wek Efrînê ne, ji ber di bin parastina Amerîkayê de ne lewra dê ne hesan be ku Tirkiye destwerdanê li wan deveran bike.

    Cockburn got: "Diyar e ku fermandarên YPGê gihitşine wê encamê ku Efrîn nayê parastin û ji ber ti rê li pêşberî wan tine ne, lewra ji bajarî vekişiyane. Eger rewş wiha be, wan biaqilî kiriye ku neketine şerekî ku dê gelek kes tê de bihatina kuştin."

    "EV SRKEFTIN DÊ TIRKAN BIKE AKTOREKÎ GIRING LI SÛRIYEYÊ"

    Herwiha Cockburn li ser bandora wê li ser Tirkiyeyê jî wiha nivîsî: Ji bo tirkan, ev serkeftineke hêsan bû lê serkeftin bû û dê wan bike aktorekî giringtir di qeyrana Sûriyeyê de."

    Nivîskar di berdewam nivîsa xwe diyar dike ku ruxandina peykerê Kawa Hesinkar nîşaneke nebaş e ji bo xelkê Efrînê yên ji bajarî derketine û wiha dibêje: "Wêrankirina  sîmgeyên kurdî yên li bajarî ji bo siberojê ne nîşaneke xêrê ye. Hinek serokên kurdên Sûriyeyê difikirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan plan dike ku blokeke sunî li bakurê Sûriyeyê çêke."

    ÎCA ERDOGAN DÊ BIÇE KÛ?

    Li gorî Cockburnî, pirsyara giring a ku niha divê were kirin ew bê gelo îca Erdogan dê biçe kû û wiha dewam dike: "Belkî wî Efrîn bi dest xistibe lê herêma kurdî ya sereke ji bajarê erebî yê Minbicê dest pê dike û rojhilata Firatê û heta sînorên Iraqê dewam dike û hîn li cihê xwe ye. Ev der ne wek Efrînê ne, kurd û hêzên girêdayî kurdan, di bin parastina Amerîkayê de ne. Dewriyeyên navgînên zirxî yên Amerîkayê li xetên pêş ên Minbicê gelekî tên dîtin. Herwiha dê ji bo YPG hêsantir be ku li nêzîkî baregehên xwe yên herêmî şer bike."

    "PÊWÎSTIYA AMERÎKAYÊ BI HÊZEKÊ HEYE Û TEKANE NAMZET KURD IN"

    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Di berdewamiyê de wiha dibêje: Belkî kurd ditirsin ku Amerîka dest ji wan berde, lê ji aliyê berjewnediyên Amerîkayê ve rewş zelal e ku pêwîstiya Amerîkayê bi hêzeke li ser erdê heye da ku wek hêz li wir bimîne û tekane namzetê vî tiştî jî kurd in."

    "DIVÊ ERDOGAN LI BENDÎ DEMA XWE BE"

    Nivîskarê Independentê diyar dike ku serokekî kurdên Sûriyeyê wiha gotiye, 'eger Amerîka dest ji kurdan berde, divê dev ji Sûriyeyê berde' û wiha dibêje: "Dibe Amerîka ji sozên xwe vekişe lê ew hîn bekiriye. Eger Erdogan bixwaze li dijî herêma kurdî ya sereke li Sûriyeyê têkeve tevgerê, divê li benda dema xwe be."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Berdevkê Koalîsyonê: Efrîn ne di qada operasyona koalîsyonê de ye
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Etîketan:
    HSD, YPG, Patrick Cockburn, Iraq, Minbic, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de