17:42 25 Gulan 2018
Efrîn

The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû

© AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
Sûriye
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
0 20

Rojnameya amerîkî The Washington Post nivîsek weşand ku tê de hat gotin ku "îxaneta li kurdan, ne tenê şaşî ye lê herwiha ehmeqî ye" herwiha dibêje "tirkan Efrîn stend. Bila em nehêlin ku Minbic jî li dû wê bikeve."

Nivîskarê The Washington Postê David Ignatius nivîseke bi ser navê "tirkan Efrîn stend. Ka em nehêlin Minbic bide dû" weşand û got ku "kurd têdikoşin lê hevalên wan li wan temaşe dikin" û vekişîna HSDê ji şerê DAIŞê, ji bo fermandaren amerîkî rewşeke nexweş çêdike û herwiha daxwazên Tirkiyeyê yên radestkirina Minbicê jî dê kaosê bîne, "ji ber hêzeke Tirkiyeyê ya bi dîspîlîn tine ku Minbicê kontrol bike".

Herwiha Ignatius balê dikişîne ser dîmenên ku piştî kontrolkirina Efrînê derketibûn û dibêje: "hevalbendên cîhadîst ên DAIŞê vegeriyane û bakurê Sûriyeyê kontrol kiriye, spas ji "hevalbendê me yê NATOyê" Tirkiyeyê re".

Tiştên sereke ji nivîsa Ignatiusî wiha ne:

"KURD TÊDIKOŞIN Û HEVALÊN WAN TEMAŞE DIKIN"

"Girtina herêma kurdî ya Sûriyeyê ya Efrînê rıja yekşemê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve yek ji temaeykên dubarekirî yên dîroka nûjen e: Kurd têdikoşin ji bo bijîn û di heman demê de hevalên wan ên di nav zilhêzan de li qeraxekê disekinin û temaşe dikin."

"FERMANDARÊN AMERÎKÎ DITIRSIN KU JI BER EFRÎNÊ, DESTKEFTIYÊN XWE WENDA BIKIN"

Rewşa xerab a kurdan bi taybetî ji bo fermandarên leşkerî yên Amerîkayê êşîner e, ji ber Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên ku kurd pêşengiya wan dike, giringtirîn hevalbendê Amerîkayê bûn di têkbirîna DAIŞê li Sûriyeyê. Fermandarên amerîkî ditirsin ku ew destkeftiyên giring ên ku ji sala 2014an ve hatine bidestxistin ji nav destên wan biçin ji ber ku HSD eniyên li himberî DAIŞê yên li rojhilatê Sûriyeyê dihêle da ku li bakurê rojavayê wê li Efrînê li dijî erîşên Tirkiyeyê şer bikin."

"SPAS JI TIRKIYEYÊ RE, DAIŞ VEGERIYA BAKURÊ SÛRIYEYÊ"

Kemal Kiliçdaroglu
© Foto : Navenda Giştî ya CHPê
Gava mirov wan wêneyên milîsên îslamîst ên alîgirên Tirkiyeyê dibîne bê çawa roja yekşemê fortan li navenda Efrînê diavêjin, bi awayekî tirsnak ihtimal çêdibe ku hevalbendên cîhadîst ên DAIŞê vegeriyane û bakurê Sûriyeyê kontrol kiriye, spas ji "hevalbendê me yê NATOyê" Tirkiyeyê re.

"HÊZEKE TIRKIYEYÊ YA BI-DÎSPÎLÎN TINE KU MINBICÊ KONTROL BIKE"

Niha rûbirûbûna Tirkiye û Amerîkayê 60 mîlan (96 km)diçe rojhilatê bajarê Minbicê ku ji aliyê HSD û şêwirmendên wan ên leşkerî yên Amerîkayê ve tê kontrolkirin. Tirkiye dixwaze ku amerîkî kurd vekişin rojhilata çemê Firatê. Ev jî dê xeletiyeke dîplomatîk ve û herwiha jî dê destberdaneke ne-exlaqî be li hevalbendên pêbawer. Hêzên tirkan ên bidîspîlîn tine ne ku bikarin ewlehiyê li Minbicê dabîn bikin û herwiha pêkanîna daxwazên Tirkiyeyê dê kaosê belav bikin û dê rewşa wêran a li Sûriyeyê hîn xerabtir jî bike."

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

Bi heman mijarî:

NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
Ji Kanadayê banga Efrînê: Em ji nêz ve dişopînin
Etîketan:
DAIŞ, HSD, David Ignatius, Amerîka, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de