03:14 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Osê: Piştî Efrînê, qonaxa duyem dê bi piştgiriya NATOyê dewam bike

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Parlamenterê kurd yê Parlamentoya Sûriyeyê û Serokê Despêşxeriya Niştimanî ya kurdên Sûriyeyê Omer Osê ragihand ku "Tirkiye hewl dide herêma Efrînê ji aliyê etnîkî ve paqij bike" û got "ev plangeriya kolonyalîzma Tirkiyeyê ye ku di qonaxa bê de dê bi piştgirtiya raserast a NATOyê dewam bike."

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
    Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
    Parlamenterê kurd yê Parlamentoya Sûriyeyê û Serokê Despêşxeriya Niştimanî ya kurdên Sûriyeyê Omer Osê got ku "Tirkiye hewl dide herêma Efrînê ji aliyê etnîkî ve paqij bike" û teqez kir ku "ev yekem qonaxa plangeriya kolonyalîzma Tirkiyeyê ya li himberî bakurê Sûriyeyê bû ku qonaxa bê dê bi piştgiriya rasterast a NATOyê û Amerîkayê pêk were".

    Li gorî nûçeya Alwatanê, Osê bangî fermandarên YPGê kir ku baweriya xwe bi amerîkiyan neyênin û siyaseta xwe ji nû ve binirxînin û bi pisûlaya Sûriyeya rasteqîn bigirin û herwiha dest ji ajendeyên ban-bilind berdin.

    Osê diyar kir ku pirsa kurdan bi gotûbêja li gel hikûmeta Sûriyeyê çareser bike û hişyarî da YPGê ku hevahengiyeke tekûz li gel Artêşa Sûriyeyê nekin ji bo ku rojhilatê Firatê biparêzin, "dê karesateke gelekî mezintir ji ya Efrînê biqewime."

    Ji aliyê din ve, Osê destnîşan kir tiştê Enqere dike, binpêkirineke rasterast ji Astanayê re û bangî Rûsya û Îranê kir ku baweriya xwe bi Tirkiyeyê neyênin ji ber dê di demeke nêz de li wan biqulipe".

    Herwiha parlamenterê kurd teqez kir ku "şerê gerîla yê YPG û berevaniya gelî dê dewam bike û dê artêşa Tirkiyeyê bikin armanc."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber operasyona li ser Efrînê em tiştekî Tirkiyê nafiroşin’
    Li Yunanistanê ji bo piştgiriya Efrînê Balyozxaneya Almanyayê hat dagirkirin
    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Etîketan:
    YPG, Omer Osê, Bakurê Sûriye, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de