22:10 19 Nîsan 2018
    Êrîşên ser Efrînê û koçberiya xelkê

    Parlamenterê rûsî: Tiştên li Efrînê diqewimin dibe sedema fikarên cidî

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî yê Dûmaya baskê jêr ê Parlamentiya Rûsyayê Leonîd Slûtskiy ragihand ku Rûsyayê yekîtiya axa Sûriyeyê diparêze û tiştên ku li Efrînê diqewimin dibe sedema fikarên cidî.

    Slûtskiy, ji çapameniya rûsî re axivî û diyar kir ku tiştên li Efrînê diqewimin dibe sedema fikarên cidî û got: "Rûsya hertim yekîtiya axa Sûriyeyê parast û ev nêrîna me jî neguheriye."

    Slûtskiy da zanîn ku alî di krîza Sûriyeyê de bi îtîdal tevbigerin û wiha pê de çû: "Ji bo krîzeke nû destpêneke bi taybetî jî di mijara Xutaya Rojhilat de bi îtîdal tevbigerin."

    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê dabû destpêkirin û doh bi daxuyaniyeke ragihand ku navenda Efrînê kontrol kirine. Herwiha Birêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî ragihandibû ku şerê wan li dijî Tirkiye û Artêşa Azad ketiye qonaxeke nû û ji şerê rasterast derbasî şerê êrîş û revê bûne û got, "Me biryar da ku em sivîlan ji bajarî derxin da ku rê li ber karesateke mirovÎ bigirin".

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    AFP: Milîtanên ASAyê piştî ketina Efrînê, bajar talan kirine
    Li Efrînê di avahiyekê de teqîn pêk hat: 11 kes mirin
    Milîsên ASAyê li Efrînê dizî û talanê dikin
    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe
    Hikûmeta Kurdistanê bo şîna Efrînê: Erka parêzgaran nîne şîne ragihînin
    Etîketan:
    cidî, fikar, rûs, Leonîd Slûtskiy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de