02:22 20 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    AFP: Milîtanên ASAyê piştî ketina Efrînê, bajar talan kirine

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Di çarçoveya operasyona dijî Efrînê de ASAya ku bi piştevaniya Tirkiyeyê ket Efrînê bajar talan kir. Li gor nûçeya AFPê milîtanên ASAyê bi zorê dikevîn dikanan, restorantan û malan.

    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de bi hevalbendê xwe ASAyê re operasyona dijî Efrînê dabû destpêkirin. Her wiha komên ASAyê piştî ketina 58 rojan a Efrînê li navenda bajêr xuyabûn. Ajansa AFPê daxuyand ku milîtanên ASAyê li giştiyê bajêr li kolanan li pêş tankên dewleta Tirkiyeyê wêne kişandin û kêfxweşî kirin.

    Ajansê da zanîn ku pîrozbahiyên milîtanên ASAyê li bajêr vegeriya cezakirin û talankirinê. Serhildêrên bi piştevaniya Enqereyê, malên niştecihên Efrînê talan kirine û peykerê Hesinker Kawa hilweşandine. AFPê di nûçeya xwe de wiha got: "Milîtanan êrîşî dikanan, restorantan kirine û bi zorê ketine malên sivîlan. Xurek, amûrên elektronîk, betaniye û her wekî din li kemyonetên xwe barkirin û birine."

    Bi heman mijarî:

    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'
    Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
    Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Talankirin, Jiyan, bajar, Efrîn, AFP, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de