20:36 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Li Efrînê di avahiyekê de teqîn pêk hat: 11 kes mirin

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajêrê Efrînê di avahiyeke 4 katî de teqîn pêk hat, di teqînê de 7 sivîl 4 jî Milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jiyana xwe winda kirin. Bandora teqînê piştî roj zelal bû derket holê, hat çaverêkirin ku avahî û wesayitên derdorê jî zirar dîtin e.

    Li navenda bajarê Efrînê di avahiyek 4 katî de teqîn pêk hat, li gor agahiyên ewil 7 jê sivîl 4 jî milîsên ASAyê jiyana xwe winda kirine. Her wiha milîtanên ASAyê duh êvarî li Taxa Ahmed Şahavi di avahiyek 4 katî de lêgerîn pêk dianîn, di dema lêgerînê de teqemeniyê înfîlak kir. Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil di teqînê de 7 jê sivîl 4 jî milîtanên ASAyê jiyana xwe winda kirine.

    Bandora teqînê piştî roj zelal bû derket holê, avahî û wesayitên derdorê ji teqînê zirar dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Li gundê Mabeta yê Efrînê teqîn: 2 mirî û 2 birîndar
    Teqîn li Efrînê: Leşkerên birîndar hene
    Li bajarê Minbicê teqîn
    Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
    Etîketan:
    jiyan, Teqîn, mirin, Efrîn, K24, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de