20:39 23 Nîsan 2018
    Komên girêdayî artêşa Tirkiyeyê yên ketine Efrînê

    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo bang li xelkê Efrînê kir, ji bajar û herêma xwe dûr nekevin ji ber hewl didin kurdan ji Efrînê dûr bikin û demografiya herêmê biguherin û ji Tirkiyê jî xwest, çekdaran ji nav Efrînê derxe.

    Nûrî Birîmo beşdarî bultena televizyona Rûdawê bû û ragihand, divê niha Kurd li gorî rewşa defakto ya li ser erdê kar bikin û got, niha êdî Efrîn di bin desthilata Tirkiyê de ye.

    ‘JI BAR DÛR NEKEVIN DAKU BIKARIBIN VEGERIN SER MAL Û MILKÊ XWE'

    Birîmo ku bi xwe xelkê Efrînê ye, daxwaz ji xelkê Efrînê kir, bajar vala nekin û ji bajar dûr nekevin, daku bikarin di demeke nêz de vegerin ser mal û milkê xwe.

    ‘HEWLA GUHERTINA DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ HEYE'

    Birîmo metirisya xwe ya li hember guhertina demografiya herêma Efrînê anî ziman û destnîşan kir, armancek li pişt derxistina xelkê û valakirina bajarê Efrînê heye û hewlek heye ku demografiya herêmê li dijî kurdan biguherînin.

    Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê wiha axivî: "Tişta ku em ji xelkê xwe yên li Efrînê dixwazin, ev e ku yên li Efrînê mane bila bimînin û yên ku ji Efrînê derketine, bila vegerin û neçin cihên din."

    Li ser hin zanyariyên derbarê veguhastina xelkê Efrînê bo deverên din ên Sûriyê de, Nûrî Birîmo diyar kir: "Dibêjin hin otubusên kesk dê werin û xelkê me veguhêzin bo Nubul û El-zehra, bo kûrahiya axa Sûriyê. Rejîma Esed mebestek ji wê yekê heye û dixwaze xelkê me dûrî herêmê bikevin. Em hêvî dikin ku xelkê me li Çiyayê Lêlûn bin û li gundên derdora Efrînê bin, li nêzîkî deverê bin. Di rojên pêş de belkî çêbibe ku fişarê bixin ser Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) û hêzên Tirkiyê ku ew xelk biçin gundên xwe."

    ‘GELEK DIZÎ Û TALAN LI EFRÎNÊ KIRIN'

    Birîmo da zanîn, niha Efrîn di ber metirsî û gefeke mezin de ye û diyar kir, "Yên ku navê Artêşa Azad li xwe kirine, ne tenê peykerê Kawayê Hesinkar rûxandine, lê gelek tiştên din kirine, gelek dizî kirine û gelek talan li Efrînê kirine."

    ‘BILA ENKS FIŞARÊ LI TIRKIYE Û OPOZÎSYONÊ BIKE'

    Nûrî Birîmo daxwaz ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, ku ji Tirkiyê û Îtilafa Opozisyona Sûriyê bixwaze wan çekdaran ji nav Efrînê û xelkê sivîl derxînin, ji ber ku heta niha zêdetir ji nîvê xelkê Efrînê di nava bajêr de mane.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê bo şîna Efrînê: Erka parêzgaran nîne şîne ragihînin
    Dayika Efrînê: Îslam ne ola kuştin, zordarî û talanê ye
    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Ji Amedê bangewaziya Efrînê li cîhanê
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Esad eniya şer ya Xûtaya Rojhilat ziyaret kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de