20:19 23 Nîsan 2018
    Leşkerên rûsî li Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Lihevanîna Aliyên Sûriyê diyar kir ku, di deriyê kontrolê yê Hammuriyê re ji Xûtaya Rojhilat îro 25 hezar sivil derketin.

    Berdevkê Komîsyona Rûsyayê ya Lihevanîna Aliyên Sûriyê Vladimîr Zolotuhin diyar kir ku: Îro (18ê Adarê) ji destê sibê ve heta niha ji Xûtayê nêzê 25 hezar sivîl derketin.
    Komîsyona Rûsyayê ya Lihevanîna Aliyên Sûriyê, di korîdora mirôvî de alikariya sivîla dike û organîzasyona alikariyê dike. Di vê çarçovê de ji bo sivîlan betanî, derman û xurek digihînin belav dikin. Zolotuhin di axaftina xwe de diyar kir ku heta îro bi rêvebiriya Rûsyayê ji Xûtaya Rojhilat 68 hezar sivîl hatin tehliyekirin.

    Li Xûtayê her roj di hin saetên ku beriyê de hatine diyarkirin de mola tê dayîn û di van molayan da sivîl tên tehliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 30 hezar kesî hat tehliyekirin
    Rûsya: Li Xûtaya Rojhilat ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Etîketan:
    Alîkarî, Xûtaya Rojhilat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de