09:58 24 Nîsan 2018
    Sivîlên Efrînê yên neçarî koçberiyê dibin

    Birêveberiya Efrînê: Qonaxeke nû dest pê dike

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Birêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ragihand ku şerê wan li dijî Tirkiye û Artêşa Azad ket qonaxeke nû û ji şerê rasterast derbasî şerê êrîş û revê bûne û got, "me biryar da ku em sivîlan ji bajarî derxin da ku rê li ber karesateke mirovÎ bigirin".

    Birêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Cîbcîkar a Herêma Efrînê Osman Şêx Îsa li kantona Şehbayê derbarê geşedanên dawî û şerê ku 58 rojan dewam kir de ew daxuyanî xwend.

    Şex Îsa Rûsya tawanbar kir ku "tev li hêzên herêmî bûye û qada hewayî vekiriye" û îdîa kir ku "careke din gelê me kir qurbanî ji bo berjewnediyên xwe li Sûriyeyê biparêze."

    "PEYWIRÊN XWE LI HIMBERÎ ŞERVANÊN ME NEANÎN CÎ"

    Herwiha rexne li bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî, yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya NYyê girtine û got: Di nav vê bêdengiya navdewletî de, ji hêzên hevpeymaniyê bigire û heta Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariya NYyê, ew paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi zorê û bombebarankirina bi hemû şêwazan li dijî sivîlan tên kirin ji ber ku ev hêz bi peywirên xwe yêb mirovî û siyasî li himberî gel û şervanên me neanîn cî ku wan şervanan cîhan li dijî DAIŞ û Erdoganî parast".

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku "dewleta Tirkiyeyê û komên pê re demografiya herêma Efrînê diguherînin û cîhadîst û malbatên wan li wir bi cî dikin."

    ypş-pkk-şingal
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    "DU ROJÊN DAWÎ DE 56 ZAROK Û JIN KUŞTIN"

    Birêveberiya Kantona Efrînê got ku "ji ber êrîşkariya tirkiyeyê sivîl kirin armanc û di herdu rojên dawî de 56 zarok û jin kuştin û herwiha bi awayekî plankirî binesaziya bajarê Efrînê kir armanc, lewra me biryar da ku em sivîlan derxin da ku rê li ber karesaeteke mirovî kambaxtir bigirin".

    "ŞERVANÊN ME LI HEMû ERDNÎGARIYA EFRÎNÊ NE"

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: Qonaxeke nû ya şerî dest pê dike ku ji rûbirûbûna rasterast derbasî taktîka êrîş û revê dibe da ku rê li ber kuştina sivîlan bi hejamreke mezin bigirin û derbeyan li neyarî xin. Hêzên me li hemû erdnîgariya Efrînê ne û dê di her fersendê de li deverên neyarê tirk û komên pê re xîne."

    "BILA NY DEST JI BÊDENGIYÊ BERDE"

    Ji aliyê din ve, Birêveberiya Kantonê bangî NY û KENYê kir ku dest ji bêdengiya xwe berdin û fişarê li Tirkiyeyê bikin û xebat bê kirin da ku gelê Efrînê bi misogeriyeke navdewletî vegerin cihên xwe.

    "500 SIVÎL Û 820 ŞERVANÊN HSDÊ HATINE KUŞTIN"

    Herwiha hat gotin ku ji destpêka operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê û heta niha 500 sivîl hatine kuştin ku zarok, jin û pîr û kar di nav wan de bûn û 1030 jî birîndar bûne û 820 şervanên HSDê jî hatine kuştin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Bahman Qobadî: Divê em ji bo Efrînê bibin yekdeng
    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Ji ber bombebaranê nexweşxaneyên Efrînê têne veguhestin
    Dîplomatê amerîkî piştgirî da konê alîkarî yê Efrînê
    Etîketan:
    Osman Şêx Îsa, Tirkiye, Rûsya, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de