20:16 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Birêveberê ragihandina HSDê: Kawayê Hesinkar ne endamê PYDê bû û qonaxeke nû dest pê dike

    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî li ser hesabê xwe yê şexsî yê medyaya civakî li ser ruxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê li Efrînê nivîsî û got "ew ne endamê PYDê bû" û got: ""Berxwedana Efrînê dikeve qonaxeke nû û dê berdewam bike."

    Piştî ku hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê û komên Artêşa Sûriyeya Azad îro ketine Efrînê, hinek dîmen derketin ku hêzên Tirkiyeyê û wan koman peykerê Kawayê Hesinkar ê ku wek sembola Newrozê tê zanîn ruxandiye.

    Reutersê di nûçeya xwe de ya ku dispêre Navenda Ragihandinê ya Efrînê de dibêke ku hêzên Tirkiyeyê û komên pê re yên "dijberiya Sûriyeyê" peykerekî çanda kurdî li navneda bajarî xistiye."

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku "ruxandina peykerî binpêkirineke berbiçav a çanda gelê kurd û dîroka wî ye".

    Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî li ser rûpela xwe ya Facebokê behsa dîroka çêkirina vî peykerî dike û dibêje: " Baş nayê bîra min lê sala 2015an an 2016an bû, şaredariya Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar ji destpêka bajarî rakir ji bo ku wî bi vî peykerî biguherîne, ji ber şaşiyên teknîkî di wî peykerî de hebûn. "

    Balî dibêje ku wê çaxê rakirina wî peykerî ji aliyê hinek kesên ku bi kurdî diaxivin û girêdayî van koman ve hat rexnekirin û her kesî wê çaxê îdîa kir ku dê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin û wiha dewam dike: "Lê ev peyker, Kawayê Hesinkar ê ku ji aliyê hevalbendên wan kurdan ve tê ruxandin ku ne hewce ye em bibêjin ku ne endamekî PYDê bû ku wek ew hewl didin bibêjin şerê wan li dijî vê partiyê ye."

    Herwiha Balî rexneyan li ENKSê digire û dipirse bê gelo dê "dilgiraniya xwe li ser ruxandina vî peykerî derbibin an na".

    Di dawiyê de Balî got: "Berxwedana Efrînê dikeve qonaxeke nû û dê berdewam bike."

     

    Bi heman mijarî:

    'Siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê û budçeya ji bo perwerdekirina HSDê veqetandiye diyar bûn'
    Pentagon: Ji bilî HSDê tu hêz ji me perwerdehî û piştgiriyê nastîne
    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
    HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
    Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonên HSDê yên derveyî DAIŞê
    Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin
    Etîketan:
    ASA, Artêşa Azad, PYD, Mistefa Balî, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de