09:56 24 Nîsan 2018
    Sivîlên li Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Zêdetirî 5 hezar sivîl hatin tehliyekirin

    © AFP 2018 / LOUAI BESHARA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên navenda Rûsyayê ya lihevanîna aliyên li Sûriyeyê diyar kir ku ji vê sibehê û vir ve zêdetirî 5 hezar sivîl ji X3utaya Rojhilat hatine tehliyekirin.

    Berdevkê navendê Vladimir Zolotuhin got, bi rêya korîdora mirovî ya li bajaroka Hamuriyeê ya Xûtaya Rojhilat ji serê sibehê û vir ve zêdetirî 5 hezar sivîl ev der terikandiye.​

    Rayedarên rûsî herwisa got, di çarçoveya pêkanîna 'mohleta mirovî' de ji dawiya meha sibatê û vir ve bi tevahî 48 hezar û 33 kes ji Xûtaya Rojhilat hatine tehliyekirin.

    Rêveberê navenda lihevanînê general Yuriy Yevtuşenko jî goti ji bo sivîlên ku Xûtaya Rojhilat terikandiye zêdetirî 30 ton alîkariya mirovî şandine ji Şamê re.

    Li gorî agahiyên Yevtuşenko dane di nav malzemeyên alîkariyê de betaniye, doşek û tiştên xwarinê hene.

    Li Xûtaya Rojhilat her roj bi hewldana Rûsyayê mohleta mirovî tê pêkanîn, da ku sivîlên li vir werin tehliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 30 hezar kesî hat tehliyekirin
    Rûsya: Li Xûtaya Rojhilat ne niha ne jî berî ti cureyeke çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Etîketan:
    tehliyekirin, berpirsê navenda lihevanîn a Rûsya li Sûriyeyê, Vladimir Zolotuhin, Xûtaya Rojhilat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de