20:23 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    YPG: Di bombebarana duhî ya artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê 14 sivîl hatin kuştin

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê êrişa artêşa Tirkiyeyê ya li dijî nexweşxaneya Efrînê ya dûhî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di wê êrişê 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dayê.

    Şeva derbasbûyî çavkaniyên herêmê ragihandibûn ku balafirên artêşa Tirkiyeyê nexweşxaneya Avrîn a li navenda Efrînê bombebaran kiriye. Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ev yek red kiribû lêbelê YPGê di derbarê vê yekê de îro daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniya YPGê di êrişên esmanî yên TSKê de 14 sivîlan canê xwe ji dest daye.

    Hêjayî gotinê ye duhî AFPê ragihandibû ku balafirên artêşa Tirkiyeyê nexweşxaneya herî mezin a Efrînê, Nexweşxaneya Avrîn bombebaran kiriye û di encamê de bi kêmî 9 kes hatine kuştin. Rêveberê SOHRê piştre ji AFPê re ragihand ku hejmara kesên can dane 16 e û 2 jinên ducanî jî hatine kuştin.

    'DI ROJEKÊ DE 47 SIVÎL HATIN KUŞTIN, BI DEHAN KES JÎ BIRÎNDAR BÛN'

    Çavderiya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li ser hesabê xwe bi awayekî êrîşa ser nexweşxaneyê piştrast kiribû û got, bi kêmanî 10 kesan canê xwe ji dest daye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Tirkiye hewl dide têkeve Efrînê û 18 kes kuştine
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê 1 kîlometro dûrê Efrînê ye
    CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya
    YPG: Hemû rêyên Efrînê tên bombebarankirin
    Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
    Etîketan:
    Daxuyanî, kuştin, Bombebarana nexweşxaneya Avrînê, Bombebaran, AFP, SOHR, TSK, YPG, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de