01:19 24 Gulan 2018
    Operasyona Efrînê

    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî êrîşa nexweşxanê bang li civaka navdewletî kir

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî bi balafirên şer lêdana Nexweşxaneya Avrînê ku gelek kesan di encamê de can da, daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniya bangewaziya Encûmena Tenduristiyê de hat gotin, "Nexweşxaneya Avrînê ku bi sedan birîndar lê dihatin tedawîkirin û gelek doktor û hemşîre lê kar dikirin hatiye bombebaran kirin."

    Encûmena Tenduristiyê bang li komîteyên tenduristiyê yên navdewletî hat kirin ku bi erka xwe bilîzin û êrîşa ser nexweşxaneyê wekî 'pêkanîna qetlîamê' hat binavkirin.

    Nexweşxaneya Avrîn nexweşxaneya herî mezin a Efrînê ye ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ji birîndar li wir têne tedawîkirin.

    Li gor nûçeyan di encama êrîşa hewayî de 15 cenaze hatine tesbîtkirin û gelek jî birîndar hene ku hîn windahiyên bombebarana nexweşxaneya Avrînê zelal nebûne.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê îngilîz ji bo Omer Eluş peyama sersaxiyê weşand
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de