22:11 19 Nîsan 2018
    Omer Eluş

    Fermandarê îngilîz ji bo Omer Eluş peyama sersaxiyê weşand

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê Rupert Jones li ser bi suiqasdekê kuştina Rêveberê PYDê û Hevserokê Meclîsa Sivîl ê Reqayê Omer Eluşî peyamek weşand.

    Fermandarê brîtanî li ser hesabê twitterê ligel çend wêneyan bi peyamekê xemgîniya xwe ya ji bo kuştina Omer Eluşî anî ziman û sersaxî xwest.

    Di peyamê de hat gotin ku Eluşê damezirînerê Konseya Sivîl a Reqayê bi biryardarî di şerê dijî DAIŞê de helwesta xwe nîşan daye û kêfxweşiya xwe ya ku ligel wî kar kiriye anî ziman.

    ​Jones daxwaz kir ku bîranîna wî bi îstiqrar û aramiya Reqayê were jiyandin.

    Omer Eluş 14ê Adarê li mala xwe ya li Girê Spî di encama suîqesdekê de hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Etîketan:
    Rupert Jones, Brîtanya, PYD, Omer Eluş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de