21:16 24 Nîsan 2018
    Rêdûr Xêlîl

    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Berpirsê Buroya Peywendiyên Giştî yê HSDê Rêdûr Xelîl diyar kir ku Efrîn îro bi deste Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bûye Helebceya sala 2018an.

    Efrîn
    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Berpirsê Buroya Peywendiyên Giştî yê HSDê Rêdûr Xelîl di axaftina xwe ya ji bo malpera PYDê de rexneyên giran li rêveberiya dewleta tirk girt û got, "Artêşa tirk ya dagirker û çeteyên wê di salvegera komkujiya Helebceyê de herêma Efrînê ya ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn dikin armanc û her roj komkujiyan pêk tînin."

    Rêdûr Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser ku komkujiya Helebceyê di serdema Sedam de pêk hatibû, îro di sala 2018an de jî komkujiyên li Efrînê di serdema Erdogan de pêk tên. Xelîl wisa axivî: ʺEfrîn bi destê kujerê vê serdemê Erdogan, bûye Helebceya 2018an. Îro artêşa tirk ya dagirker bi topbarana xwe ya hovane ya li ser navenda bajarê Efrînê komkujiyek li taxa Mehmûdiyê pêk anî. Di encamê de 21 sivîl şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Herwisa gelek sivîl jî di bin kavilan de mane.ʺ

    Berpirsê peywendiyên HSDê rêveberiya dewleta tirk ya niha wekî "Zihniyeta Osmanî" bi nav kir û got, "Erdoganê faşîst di serdema 21an de peyamekê dide gelê Kurd û hemû gelên aştîxwaz ku çareya wan tenê kuştin û koçberkirin e.ʺ

    Xelîl herwisa derbirî ku dijminên kurdan çawa bi komkujiya Helebceyê nikarîbû gele kurd û daxwaza wan ya azadî û aştiyê bêdeng bike, îro jî nikarin wan bêdeng bike.

    Bi heman mijarî:

    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Li Yunanistanê ji bo piştgiriya Efrînê Balyozxaneya Almanyayê hat dagirkirin
    ‘Ji ber operasyona li ser Efrînê em tiştekî Tirkiyê nafiroşin’
    De Mistura: Rewşa Efrînê cihê fikarê ye
    HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
    Etîketan:
    komkujî, Berpirsê Buroya Peywendiyên Giştî yê HSDê, Recep Tayyip Erdoqan, Rêdûr Xelîl, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de