06:19 21 Gulan 2018
    Operasyona Efrînê

    YPG: Tirkiye hewl dide têkeve Efrînê û 18 kes kuştine

    © AFP 2018 / Nazeer al-Khatib
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 0 0

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Brûsk Hesekê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bajarê Efrînê bombebaran dike û herî kêm 18 kes kuştine û Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re hewl didin têkevin bajar û pevçûn di navbera wan û YPGê de dewam dikin.

    Efrîn
    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Li gorî Reutersê, Hesekê ragihandiye ku Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re hewl didin têkevin Efrînê.

    Fermandarê YPGê di pêwendiyeke telefonî li gel Reutersê de got ku hêzên Tirkiyeyê Efrînê bombebaran dike û hewl dide têkeve bajarî û ew û YPG şer dikin.

    Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên herêmî îro ji Sputnikê re ragihandibû ku bi deh hezaran xelkê Amûdê ji Efrînê derketine û çûne herêmên di bin kontrola dewleta Sûriyeyê de û jiyana kesên li Efrînê mane, ji ber bombebarana Tirkiyeyê gelekî xerab bûye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Divê Washîngton ji bo Efrînê helwestê nîşanî Tirkiyeyê bide
    Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye
    'Balafirên Tirkiyeyê 5 şervanên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê kuştin'
    MSD: Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne
    NY: Bendavên Efrînê dest guherandin, nêzî hefteyeke ava heremê qutkirî ye
    Li gundê Mabeta yê Efrînê teqîn: 2 mirî û 2 birîndar
    Etîketan:
    YPG, Brûsk Hesekê, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de