18:59 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    'Rewşa Efrînê gelekî xerab e'

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Çavkaniyên herêmî ragihand ku bi deh hezaran xelkê Efrînê ji bajarî derketine û çûne herêmên di bin kontrola dewleta Sûriyeyê de û jiyana kesên li Efrînê mane, ji ber bombebarana Tirkiyeyê gelekî xerab bûye.

    Hinek çavkaniyan îro îniyê ji Sputnikê re ragihand ku xelkê Efrînê di rêya Ziyaretê re ji bajarî derketine ku ew tekane korîdor e ku bajarî bi derve ve girêdide, piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re ew ji sê aliyan ve dorpêç kir.

    Li gorî heman çavkaniyan, ew kesên derketine dibêjin ku "ew kesên ku li bajarî mane, ji ber bombebarana zêde ya Artêşa Tirkiyeyê bi ser bajarî de, di mercên gelekî xerab de dijîn û diyar dikin ku bombebarana Tirkiyeyê, nexweşxaneya bajarî tê de, hema hema hemû tişt wêran kiriye û li gel wê jî dorpêç jî hene."

    Ev 56 roj in ku Artêşa Tirkiyeyê û komên Artêşa Azad a Sûriyeyê operasyon li dijî Efrînê daye destpêkirin û operasyon hîn dewam dike.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    TSK: Leşkerekî me li Efrînê can da
    Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê 1 kîlometro dûrê Efrînê ye
    NY: Bendavên Efrînê dest guherandin, nêzî hefteyeke ava heremê qutkirî ye
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de