17:35 22 Nîsan 2018
    Rêveberê PYDê û hevserokê Meclisa Sivîl Reqayê Omer Eluşî

    Hevserokê Meclisa Reqayê li Girê Spî bi suîqesdekê hat kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 03

    Rêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Eluşî li mala xwe ya li Girê Spî di encama suîqesdekê de hat kuştin. Rêveberê PYDê li Girê Spî Xalid Kute ji Spûtnîkê re ragihand ku Eluşî duhî li mala xwe di xew de hatiye kuştin.

    Hikmet durgun

    Rêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ya Reqayê Eluşî duhî bi şev saet li dora 11: 30an li mala xwe ya li Girê Spî bi 7 guleyan hatiye kuştin. Hate hînbûn ku ji ber ku kes dengê çekan nebihîze guleyên bêdeng hatine bikaranîn û vê sibehê kuştina Eluşî hate ragihandin.

    Asayîşa Girê Spî li dora mala Eluşî lêpirsîneke berfireh da destpêkirin û herwiha têketin û derketina Girê Spî kontrol dike.

    Derbarê mijarê de Rêveberê PYDê li Girê Spî Xalid Kute ji Spûtnîkê re axivî û da zanîn ku Eluşî duhî bi şev di encama sûîqesdekê hatiye kuştin û hîn nizanin bê kî wî kuştiye û lêpirîn didome.

    Eluşî ji Kobaniyê bû û demekê Berpirsê Komîteya Karên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kiribû herî dawî Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê dikir.

    Hêjayî gotinê ye ku berî niha Eluşî li Kobaniyê û Girê Spî ji êrişên DAIŞê xilas bûbû û hergav di hedefa DAIŞê bû.

    Bi heman mijarî:

    Seroke PYDê: Bila hemû kurdistanî li dijî êrîşên dewleta tirk derkevin
    Li Almanyayê qedexeya li ser alên YPG, YPJ û PYDê hat rakirin
    Rêveberê PYDê li Efrînê: Li Racoyê şerên giran diqewimin
    Yildirim: Hin kesên ku em wan dost dizanin, hevkariya wan a bi PYDê re em fêhm dikim
    Erol Mutercimler: Amerîka mihtacî PYDê ye
    Etîketan:
    Sûîqesd, hevserokê Meclisa Sivîl ya Reqayê, Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat, Kuştin, Spûtnîk, Omer eluşî, Til Ebyad, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de