10:06 19 Hezîran 2018
Operasyona Efrînê - leşkerên tirk

Artêşa tirk herêma Efrînê bombebaran dike: Hejmara sivîlên kuştî zêde dibin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Sûriye
Lînkê kurt
0 03

Hat ragihandin ku vê êvarê di encama bombebarankirina artêşa tirk ya li dijî Efrînê zarok jî di nav de herî kêm 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina ajansa SANAyê ya dewleta Sûriyeyê vê êvarê di encama bombebarankirina artêşa tirk ya li dijî Efrînê zarok jî di nav de 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

SANAyê ragihand ku artêşa tirk û çekdarên ASAyê li beramberî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bo agirbesta 30 rojan ya li Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser Efrînê zede dike.

Li gorî ragihandina ajansê leşkerên artêşa tirk komeke wesayitên sivîl bombebaran kiriye û di encamê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 25 kesan jî birîndar bûne. Herwisa gelek wesayit jî şewitîne.

Hevserokê Meclîsa Minbicê Şervan Derwêş jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, "Li gorî çavkaniyên tenduristiyê di encama bombebarana artêşa tirk de zarok jî di nav de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 25 kesên din jî birîndar bûne."

Bi heman mijarî:

Komeke çalakvanan ji bo Efrînê bi ser konsolxaneya Tirkiyeyê de girt
‘Hejmara koçberên Efrînê 170 hezar kesan derbas kiriye’
Serokomariya tirk daxuyaniya Erdogan ya li ser Efrînê sererast kir
Bi wêneyan protestoya Efrînê ya li Parîsê
Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
Etîketan:
kuştî û birîndar, bombebarankirin, Artêşa Tirk, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de