18:43 25 Hezîran 2018
Ocak 2018 Halep kurtuluşun yıldönümü Beşar Esad posteri

Esad: Ez ê li dijî planên xerakirina Sûriyeyê rawestim

© AP Photo / Hassan Ammar
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad got ku dê li dijî senaryoyên dewletên rojavayî yên yekîtî û serweriya Sûriyeyê dikin armanc raweste.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li ser hesabê Telegramê daxuyand ku," Têkoşîna me ya li dijî terorîzmê heta yek terorîst nemîne wê bidome. Em ê li hember senaryoyên rojavayî yên yekîtî û desthiladariya dewleta me armanc dikin têbikoşin."

Esad, operasyonên koalîsyona navdewletî yên bi pêşengiya DYAyê ku di çarçoveya tekoşîna dijî DAIŞê de li Sûriyeyê, bêyî destura NY û Şamê tên kirin bi piştgiriya terorîzmê ve sûcdar kir.

Her wiha komên çekdar yên cîhadîst ku bi rêvebiriya Esad re şer dikin, DYAyê wan wek 'mûhalîfên sûriyeyî' bi nav dike û piştgiriya wan dike, di bin pêvajoya çarseriya siyasî de dixwazin Esad ji hikumetê vekşe.

Ya balkêş ew e ku daxuyaniya Esad piştî birîfînga Fermandarê Hêzên Navendî ya DYAyê joseph Votel ku da bû senatoyê hat. Votel daxuyandibû ku niha di pevçûnên navxweyî yên li Sûriyeyê de hêzên hikumetê serdest in, lê nayê ser wateya ku Esad şerê navxweyî qezençkiriye."

Etîketan:
binpe, şer, Sûriye, DAIŞ, Beşar Esad, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de