02:28 24 Hezîran 2018
Efrîn

Li gundê Mabeta yê Efrînê teqîn: 2 mirî û 2 birîndar

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li gundê Mabeta yê Efrînê ji ber teqîna mayînê du kesan jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmî, hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane bi traktorê dema ji gundê Gemrukê dixwestin herin gundê Mabeta rastî mayîna çandî tên.

Menan Hemdoşê 65 salî û Elî Xiloyê 42 salî ku dema teqînê li ser traktorê bûn jiyana xwe ji dest dan û 2 zarokên bi wan re jî bi giranî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
Macron ji Erdoganî re: Efrîn jî di nav agirbestê de ye
Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...
Etîketan:
Li Efrînê teqîn, Menan Hemdoş, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de