05:51 23 Hezîran 2018
Rakka DSG YPG

YPG: Artêşa Tirkiyeyê 1 kîlometro dûrê Efrînê ye

© REUTERS / Erik De Castro
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 0 0

Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja 54an de bi hemû dijawariya xwe dewam dike. Fermandarê Efrînê yê YPGê Rojhat Roj ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şer û pevçûn êdî li nêzî navenda bajêr diqewimin û Hêzên Gel ên girêdayî Artêşa Sûriyeyê ku ji bo parastina Efrînê çûbûn bajêr rastî êrişa Artêşa tirk û ASAyê hatine.

Hikmet Durgun

Operasyoya Tirkiyeyê ya l dijî Efrînê ku nêzî 2 meh barê dabû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Herwiha ji destpêka şer û heta niha di navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiye, komên çekdar ên girêdayê wê de şerên dijwar rû didin.

Fermandarê Efrînê yê YPGê Rojhat Roj ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ji aliyê rojhilat ve Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dûrî navenda Efrînê ne û got: "Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêmên nêzî navenda Efrînê bi dijwarî bombebaran dikin. Gundên Maret, Girseyê û Pîrendeyê bi dijwarî tên bombebarandin."

‘HÊZÊN GEL RASTÎ ÊRIŞA TIRKIYE Û ASAyê HATIN'

Rojhat Roj îddiayên ku Hêzên Gel ên girêdayê Artêşa Sûriyeyê ku ji bo parastina Efrînê çûbûn, derewand û wiha pê de çû: "Hêzên Gel li çoltera Efrînê di eniya şer de şer dikin. Şervanên Hêzên Gel li gundê Bene ya girêdayî bajarika Şerevayê rastî êrişa Artêşa Tirkiyeyê û ASA yê hatin û di encamê de jî hin windahiyên wan çêbûn."

Roj da zanîn ku balafir û obusên tirk rêya Helebê û Efrînê bombebaran û topbaran dikin û eşkere kir ku sivîl bajêr neterikandine.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

MSD: Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne
'Balafirên Tirkiyeyê 5 şervanên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê kuştin'
Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye
Senatorê amerîkî: Divê Washîngton ji bo Efrînê helwestê nîşanî Tirkiyeyê bide
TSK: Leşkerekî me li Efrînê can da
Etîketan:
şer, YPG, Sputnik, Rojhat Roj
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de