01:04 22 Hezîran 2018
Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî

Caferî: Qemyonên madeyên kîmyewî ji sînorê Tirkiye û El Babê derbasî Sûriyê bûn

© REUTERS / Pierre Albouy
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê wekî astengkirina operasyonên dijî terorîstan şîrove kir û li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî got, agahî li ber destê wan hene ku qemyonên madeyên kîmyewî barkirî 22yê Sibatê ji sînorê Tirkiye-El Babê ketine nav Sûriyeyê.

Caferî biryara KENYyê ya agirbesta mirovî ya 30 rojî li dijî têkoşîna bi terorê re ya artêşa Sûriyeyê nirxand û got, ‘Her dema ku artêşa Sûriyeyê li dijî terorê serkeftinan bi dest dixe daxwaza molaya mirovî tê kirin.'

Caferî herwiha destnîşan kir, "Sivîlên li Xûtayê ji ber dorpêça komên terorîstî êşê dikişînin. Milîtan dibin asteng ji derketina sivîlan re, wan wek mertalên zindî bikar tînin û li ser alîkariya mirovî spekulasyonan dikin."

‘QEMYONÊN MADEYÊN JEHRÎ JI TIRKIYÊ DERBAS BÛN'

Beşar Caferî li ser mijara bikaranîna madeyên kîmyewî jî diyar kir ku wan heta niha zêdetirî 140 nameyan derbarê hebûna madeyên kîmyewî bi komên çekdar re, ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re şandine û wiha dewam kir:

"Bo nimune; di destê me de daneyên ku 22yê Sibata 2018an qemyonên madeyên jehrî barkirî ji ser sînorê Tirkiye-El Babê derbasbûne hene. Ev made gihand herêmên terorîstan daku li hember sivîlan bikar bînin. Mixabin digel ku çend roj berê min beşek ji wan zanyariyan pêşkeşî Konseya Ewlekariyê kiriye jî Sekreteriya NYyê ji wan mifayê nastîne."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
‘QETER Û SIÛDÎ ROLA SEREKE DI KRÎZA SÛRIYEYÊ DE DILÎZIN'

Caferî herwiha bal kişan ser ku di şerê dijî Sûriyeyê de, ‘Qeter û Erebistana Siûdî rola sereke dilîzin' û wiha axivî: "Piştevaniya welatên din ên kendavê jî heye, lê hindiktir e. Piştî derbasbûna 7 salan, difikirim ku divê behsa beşdariya wan a vê krîzê bê kirin. Nivîskarî Awistiralyayî Tim Andersen ev mijar di kitêba xwe ya ‘Li hemberî Sûriyeyê şerê qirêj' de vegotiye."

Bi heman mijarî:

Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
Di teqîna Diyarbekirê de 3 leşker mirin
Li Moskowê operasyona DAIŞê: 60 kes hatin binçavkirin
‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
CENTCOM: YPG ji şerê dijî DAIŞê vekişiya
Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Etîketan:
Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de