20:51 21 Hezîran 2018
Rojava

Gelo divê kurd pişta xwe bi hevalbendên nemisoger ve girêdin?

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Peymangeha Washingtonê nivîseke derbarê rewşa kurdên Rojava û Herêma Kurdistanê weşand û tê de hat diyarkirin ku asayî kurd bifikirin ku dewletên cîhanê yên mezin dê dest ji wan berdin.

Rojnamevan, nivîskar û pisporê civaknasiyê Kurdo Baksî û Lêkolînerê alîkar ê Peymangeha Washingtonê Magnus Norell nivîsek derbarê rewşa kurdan de bi sernavê "gelo divê kurd pişta xwe bi hevalbendên ne-misoger ve girêdin" nivîsî û diyar kir ku rewşa kurdan li Herêma Kurdistanê û Rojava dişibe hev, lewra asayî ye ku kurdên Rojava bitirsin ku dewletên mezin dest ji wan berdin.

Herdu nivîskaran behsa rewşa kurdan bi giştî kir, diyar kir ku kurdên Sûriyeyê ditirsin ku tiştê li Herêma Kurdistanê wek hev be.

Tiştên sereke ji nivîsa wan wiha ne:

"JI BO KU MIROV BI KÊFXWEŞÎ LI MAÇÊN FÛTBOLÊ BINERIN, KURDAN ŞERÊ TERORÎZMÊ KIR"

"Hêviyeke mezin li ba piraniya kurdan hebû ku piştî têkbirina DAIŞê li Mûsil û Reqayê, kurdên Iraq û Sûriyeyê dê paşerojeke siyasî ya baştir bi dest bixin, ji ber kurdan karî rê li ber terora cîhanî bigirin. Wan tiştek li himberî vê nedixwest lê hêvî ew bû ku rêz li mafên wan ên bingehîn wek netewe were girtin. Pesnê xebatên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel hat dayîn. Hêviya her kurdekî û hîn jî her kurdek hêvî dike ku civaka navdewletî xiyanekê li wan neke. Piştî ku kurd evqasî li dijî terorîzma cîhanî kir têkoşiyan da ku mirov bikarin di metoryan de biçin û werin, dansê li konseran bikin û bi kêfxweşî li maçê fûtbolê yên li London, Parîs, Washington û Stckholmê binerin, gelo dê dest ji kurdan berdin?

"PIŞTÎ 4 SALAN JI ŞERÊ DAIŞÊ, KURDAN XEWNÊN XWE NEANÎN CÎ"

Li gel vê jî, ez ditirsim ku sedemên kurdan hene ji bo bitirsin ku ev tişt careke din dubare bibe. Piştî çar salan ji şerê li dijî DAIŞê, kurdan xewnên xwe pêk neanîn. Heta her kurdek li ser kurdên Sûriyeyê ditirse, ji ber karesata referandûma Herêma Kurdistanê hîn di bîra wan de ye. Eger kurd nikaribin pişta xwe bi piştgiriya derveyî ve girêdin, belkî baştir e ku pişta xwe bi koçberên xwe ve girêdin û şêwireke biaqilane ji bo danûstendina li gel pirsgirêkên biyanî û herêmî ji wan wergirin.

"KURD MAT MAN GAVA KU HERÊMÊN NAKOK JI DEST ÇÛN"

Mixabin ku bûyerên dawî di vê çarçoveyê de dilê mirovî xweş nakin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê şîretên derveyî piştguh kirin û bi lezgînî referandûma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017an de çêkir lê ew şahî zû bi dawî bû. Di 16ê Cotmehê de Artêşa Iraqê li gel milîsên şîî iraqî û hêzên şêwirmendên leşkerî yên Îranê dest danî ser bajarê Kerkûkê yê bi petrolê zengîn. Kurd mat man gava wan dît ku 'Hikûmeta Herêma Kurdistanê' herêmên nakok ên ku di van çend salên borî de ji DAIŞê stendibûn ji dest dane. Di jiyana xwe de ez du caran evqasî xemgîn bûbûm: Sala 1975an û sala 1991ê gava ku di birêveberiyên amerîkî yên cuda îxanet li kurdan kiribû.

'GELO BARZANÎ ÇAWA WISA HESABEKî ŞAŞ KIR?'

Piştî wê derbe û xemgîniyê, gelo Serok Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê çawa hesabekî wiha şaş li ser asta navdewletî û herêmî bike û piştgiriya wê ji bo biryara refernadûmê şaş binirxîne? Çawa dikarî bêyî piştgiriya hêzeke mezin wek Amerîkayê serî li himberî dewletên cîran wek Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê rake.

"ERDOGAN XWE WIHA NÎŞAN DA WEK KU DOSTÊ BARZANÎ YE"

Nirxandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiye û serokkomarê wî Recep Tayyip Erdoganî re jî ne rast bû. Ji ber sedemên aborî û ji bo xwe ji pevçûna li gel hêzên navdewletî dûr bixe, Erdoganî wiha xwe nîşan da wek ku hevalê serok Barzanî û 'Hikûmeta Herêma Kurdistanê' ye. Piştî hewldana derbeya leşkerî ya temûza 2016an, Erdoganî piraniya mafên ku bo kurdan hatibûn dan betal kirin û ew vegerandin. Têkiliya Amerîkayê li gel Erdoganî ku niha rawestiyaye nayê wê wateyê ku Amerîka dê têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê têxe xeterê ku hevpeymana NATOyê ye. Amerîka naxwaze ku neçar bimîne bijartinekê di navbera Tirkiyeyê û kurdan de bike.

"ŞÎIYEKÎ IRAQÎ DÊ ÇAWA BI SERKEVE, EGER DEWLETEKE KURDÎ QEBÛL BIKE?"

Heta têkiliyên Amerîka û Iraqê jî kurd li ser wan baş nefikirîn. Rastiya ku Bexda pêlîstokeke di destê Ayetûllahî de nayê wê wateyê ku Amerîka hema wisa dê piştgiriya kurdan di şerê wan li dijî Bexdayê de bike. Em bivên an nevên, ajendeyên taybet ên Amerîkayê hene û dixwaze ku Serokwezîrê Iraqê yê niha Heyder Ebadî di nîsana 2018an de dîsa were bijartin, ji ber reqîbê wî Nûrî el Malikî ji Ebadî zêdetir dilxwazê pêkanîna daxwazên Îranê ye. Îca şîiyekî iraqî çawa dê bikare di hilbijartinan bi ser keve, eger berî wê bi çend mehan dewleteke kurdî ya serbixwe qebûl kirine?

Efrîn
© AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
"GAVA MIN DÎT, PÊŞMERGE DIGIRÎ, MIN ZANÎ XEWNA KURDISTANÊ HATIYE BIPAŞDEXISITN"

Amadekariyên herêmî ji bo referandûmê jî tekûz bûn, li Stockholma paytextê Swêdî jî ku li vir dijîm, min herroj dibihîst ku endamên sereke yên YNK û Goranê piştgiriya xwe ya temam ji serxwebûnê re rangihandiye. Ne veşartî bû ku YNK li gel nûnerên iraqî û îranî civiyaye. Di encamê de dema milîsên şîî gihiştin Kerkûkê,  Pêşmergeyên girêdayî YNKê guleyek jî berneda. Gava min dît ku Pêşmerge li derveyî Kerkûkê digirîn, min fêm kir ku xewna serxwebûna Kurdistanê hat bipaşdexistin.

"HETA DEMEKE DIRÊJ KURDISTAN DÊ NEBE HEVPAREKÎ XURT JI BO GOTÛBÊJÊN LI GEL BEXDAYÊ"

Lihevkirineke berbiçav li Herêma Kurdistanê tine. Berjewnediyên partiyan berî berjewnediyên niştimanî ye. Wek encameke suriştî jî, di siyasetê de surpirîz çêdibin lê ez wiha bawer dikim ku dê demeke dirêj ji kurdên Iraqê re lazim bibe heta ku bikarin wek hevparên xurt li gel bexdayê gotûbêjan bikin. Pêşî, divê gendelî û nepotîzm li Hikûmeta KurdistanÊ de bi dawî bibe, duyem divê hikûmet saziyên demokratîk ava bike û demokrasiyeke bi pergaleke pir-partiyî bi pêş de bixe û pabendiyê bi destûrê bike.

"KURD NAXWAZIN TENÊ LEŞKER BIN"

Heman kêşe (di nav kurdên Sûriyeyê de jî) hene. Nabe ku kurdên Sûriyeyê bi awayekî zêde lê ne pêbawer pişta xwe bi hêzên derveyî ve girêdin, ji ber dê bandorên neyênî yên wê hebin. Li gel PYD mezintirîn û xurttirîn partî ye ku beşeke mezin ki Sûriyeyê kontrol dike, hîn jî destûr bo wê nehatiye dan ku tev li civînên aştiyê yên Sûriyeyê li Cenevê bibin. Tiştê herî xerab jî ew e ku serkeftinên kurdan li Sûriyeyê Erdogan aciz kir ku yê dawî hema hema her rojê gefan li kurdên Sûriyeyê dixwe. Heta ku operasyoneke şeşkerî li dijî YPGê(beşê leşkerî yê PYD) li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyeyê da destpêkirin. Tiştê ku kurdên li Sûriyeyê herî zêde dixwazin ew e ku wan wek aliyekî siyasî ya bibandor bên hesibandin, ne ku leşker bin û hema li hêviya fermanan bin.

"ÇARENÛSA FEDERALIYA KURDAN DI DESTÊ RÛSYA Û AMERÎKAYÊ DE YE"

Lê tevî wê jî, çarenûsa dawî ya kurdên li Sûriyeyê di destê Rûsya û Amerîkayê de ye û ji bilî wan  ti kes nikare peymanekê ji bo avakirina dewleteke federal kurdan li Sûriyeyê çêke. Eger kurdên li Sûriyeyê bixwazin dewleteke federal an jî dewleteke serbixwe ava bikin, pêwîst e ku saziyên xwe ava bikin, demokrasiya xwe di rêya pergaleke pişr-partiyî re xurt bikin wek Iraqê.

"XWENÎŞANDANAN KÎNA XWE LI DIJÎ AYETULLAHÎ NÎŞAN DA"

Li gel vê jî û ji bo demeke dirêj, dibe guhertinên li Îranê hinek hêviyan bide kurdên li wê derê û herwiha kurdên li Sûriye û Iraqa cîran jî. Xwenîşandan û protesto li çend bajar û bajarokên Îranê di berfanber û rêbendana berê borî de çêbûn. Xwenîşander ne tenê li dijî buhabûnê, kêşeyên aborî û mafên mirovî yên bingehîn lê eşkere kîna xwe li dijî Ayetullahî nîşan da. Herwiha wan daxwaz kir ku reformên siyasî li ser bingeha pergaleke sekûler pêk were. Ew xwenîşandan niha têk çûn lê ji ber aciziya giştî dibe dîsa çêbibin.

"GUHERTINEKE SIYASÎ LI ÎRANÊ DÊ KÊFA KURDÊN IRAQ Û SÛRIYEYÊ BÎNE"

Eger siyaseteke sekûler pêk were, hevsengiya hêzan li tevahiya Rojhilata Navîn û di navbera reqabeta şîî û suniyan de were guhertin. Serokên siyasî li herêmê Kurdistanê û herêmên kurdî yên li Sûriyeyê dê kêfxweş bibin. Herwiha niştîcihên wê jî. Eger Îran qels bibe, Iraq û Sûriye jî dê qels bibin, Ihtimala vegerandina Kerkûk û herêmên nakok ên Kurdistana Iraqê dê gelekî xurt bibe. Herwiha dibe ku ew tişt were wê wateyê ku kurdên li Sûriyeyê bikarin dewleteke federal ava bikin bê ku xwîn birije. Lê ev hêvî dûr e li ser binegeke sis e ku ji guhertineke bingehîn di nava Îranê de dûr e û ev jî hêvî jî şahid e ku çarenûsa nêzîk a kurdên Sûriye û Iraqê gelekî xerab e."

Bi heman mijarî:

Macron îro li Koçka Elysseyê referandûma serxwebûna Kurdistanê dinirxîne
Erdogan ji bo referandûma Kurdistanê: Sedem e, ne encam e
‘Referandûma Kurdistanê Enqere û Tehran nêzî hev dike'
Dîplomatê Bosnayî: Referandûma Kurdistanê meşrû ye û ez piştgirî didimê
Etîketan:
DAIŞ, Magnus Norell, Kurdo Baksî, Sûriye, Mûsil, Amerîka, Rojava, Iraq, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de